Dêra Ardzvaperê roj bi roj tune dibe 2017-10-26 09:23:31 WAN – Dêra Ardzvaperê ya li gundê Dêra Jêr a Erdîşê ji ber xwedî derneketinê bi tunebûnê re rû bi rû maye.  Dêra Ardzvaperê ya li gundê Dêra Jêr a Erdîşê ji ber xwedê derneketinê roj bi roj tune dibe. Defînevana dêrê kun kunî kiriye û li aliyê din jî bûye cihê sergoyê gundiyan. Aliyek qube û deriyên dêrê hilweşiyaye û cihê îbadetxaneya demekê niha tune dibe.    LI HERÊMÊ GIRÎNGIYA DÊRA ARDZVAPERÊ HEYE   Li gorî çavkanyên ermeniyan navê “Ardzvaper” ji bo firîna teyran tê gotin.    Di çavkaniyan de tê xuyakirin ku dêr di nîveka sedsala 7’emîn de hatiye çêkirin û navê firîna teyr lê kirine. Di hin çavkaniyan de hatiye nivîsandin ku dêr diyarî Prens Mijej Kinûnî beriya zayînê di 637’an de yan jî Katolîkosê Yegya yê yekemîn ê di 703-717’an de ye. Li herêmê dêr di nav 3 dêrên girîng de cih digire. Didin zanîn ku di sala 1393’an de 60 xwendekarên dêrê hebûne û di serdema Serrahîp Garabed de a navbera salên 1409-1414’an de hatiye restorekirin. Di metnên berê de dêr wek cihek “bi heybet û mirêsdar” tê zanîn. Çavkaniyên herêmê didin zanîn k udi sedsala 19’emîn de hinek qubeya dêrê hilweşiyaye û pişt re nehatiye çêkirin. Hat destnîşan kirin ku dêr di 1896 û 1915’an de rastî êrîşê hatiye.    Tê diyarkirin ku Dêra Ardzvaper piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn tê xespkirin dîwarên derdorê û hin avahiyên pê ve bi temamî hatine tunekirin.