Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt 2018-11-01 09:05:05 STENBOL – Hunermenda fransî Eleonore Fourniau, bi gelek zimanan distrê û tesîr ji dengbêj Şakiro û Mihemed Arifê Cizrawî girtiye û bi kurdî jî distrê, bi deng û muzîka xwe balê dikişîne.  Hunermend Eleonore Fourniau ku bi stranên kurdî û tirkî li medyaya civakî û platformên muzîkê balê dikişîne, di demên dawî de pir tê guhdarkirin. Fourniau, di sala 1987'an de li Parîsê hatiye dinê û 3 salan li Ozbekîstanê maye û li vir hem beşa dîrokê xwendiye hem jî li ser piyanoyê hûr bûye. Ji ber muzîka anatolyayê bala wê dikişîne, di sala 2010'an de tê Stenbolê û wextekê li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê perwerdeyê distînin. Her wiha ji ber meraqa wê ya ji bo muzîka kurdî, Dengbêj Xalîde wê perwerde dike. Fourniau, piştî demekê bi koma Esman re dixebite û niha jî li ser projeyên xwe yên bi navê Samaïa, Telli Turnalar dixebite.    Fourniau, diyar dike ku ji ber meraqa wê ya ji bo muzîka anatolyayê hatiye Stenbolê û got: "A rast ez ê salekê tenê bimanama, lê her çû min xwest zêdetir bimînim. Pêşî hem di warê deng hem jî di warê tembûrê de min perwerde girt. Paşê wekî xwendekara mêvan çûm Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê. 3 salan li konservatuara zanîngehê mam. Lê belê ji mirovên li wir gelek tişt hîn bûm. Min MErcan Erzîncan nas kir. Xwest ez û wê bi hev re bixebitin. Min û wê repertuarek amade kir. Li Tirkiye û Ewropayê me gelek konsert li dar xistin. Li konservatuarê min gelek kes nas kirin. Min wî wan hevalan komên muzîkê yên kurdî ava kirin. Bi vî awayî gelek tişt hîn bûm."    Fourniau, destnîşan dike ku dê û bavê wê der barê welatên Asyaya Navîn de hin lêkolîn kirine, loma cîhan ji bo wê ne xerîb e û dibêje: "Dibe mirov biheyirin û bêjin 'ev eleqe çawa çêbû?' Lê ev ji bo min cihê moralê ye." Fourniau, bilêv dike ku heta ew nehatibû Tirkiyeyê hayê wê ji muzîka gel tune bû û dibêje: "Tenê min dengê tembûrê bihsîtibû. Min nizanibû 'Tirkî çi ne? Muzîka gel çî ye?' Jixwe min bi tirkî jî nizanibû. Wexta hînî tembûrê bûm pêşî min qewl û turku lêxistin. Pêşî hay ji qewlan çêbûm."    Her wiha Fourniau, diyar dike ku li konservatûarê ne mimkun bû ku ew hînî kurdî bibe, lê belê bi zorê hînî kurdî bûye. Fourniau, destnîşan dike ku Dengbêj Xalîde di warê deng û gewriyê de ew perwerde kiriye û paşê bi stranan hînî kurdî bûye.    ASÎMLASIYONA LI FRANSAYÊ    Fourniau, rewşa zimanê oksitan û kurdî rûberî hevdu dike û dibêje: "Em ji zûvde hatine asîmlekirin. Hîn jî li hin herêman ev ziman heye. Li hêla herêma em jê re dibêjin Brîtanya yanî li rojavayê Fransayê dibistanên bi vî zimanî perwerdehiyê didin hene. Dibistanên taybet in. Ji ber lîstikên gel, mîhrîcanên muzîlkê hene ev çand hîn jî heye. Li herêma Baskê jî heman rewş heye. Ew der herêmên biçûk in. Lê belê li hêlên din ên Fransayê, piştî îhtilala Fransayê pêvajoya asîmlasyonê dest pê kir. Gel hat asîmlekirin. Niha pir hindik bi vî zimanî tê xeberdan. Wexta em biçûk bûn bavê min bi vî zimanî bi me re xeber dida. Loma ez fêm dikim, lê her çend nêzî zimanê fransî be jî, nikarim biaxivim."    ÇAND WINDA DIBIN    Fourniau, destnîşan dike ku li Tirkiyeyê tevî polîtîkaya asîmlasyonê, oto sansura malbatan jî heye û dibêje: "Malbat ji bo zarokên wan bibin xwedî kar pir qîmetê nadin ziman. Çi kurdî, çi lazî be dibêje wê xwe bi xwe hîn bibin. Halbûkî divê dê û bav ewil ziman hînî zarok bikin. An jê wê ev ziman winda bibe. Ev yek dibe sedema windabûna çandan."    Fourniau, diyar dike ku muzîk û berhemên Dersimê jî tesîr lê kirine û bi taybetî jî ew hînî berhemên bi kurmancî, kirmanckî û lazî dibe.    Fourniau, bilêv dike ku Dengbêj Şakiro û Mihemed Arifê Cizrawî zêde tesîrê lê dikin û loma eleqeya wê ya ji bo muzîka kurdî çêbûye. Fourniau dibêje: "Bi tesadufî bi jehavlên xwe hay ji wan çêbûm. Dengbêj Şakirê bêyî esntruman dbêje. Dengekî wî yê pir xurt heye. Pir hakimê ziman e. Hinekî dişibînim muzîka rapê. Çanda gelekî ya bi sedan salan bilêv dike. Gotinên wî hemûyan fêm nakim, lê dîsa jî guhdar dikim. Dengê Mihemed Arifê Cizrawî dengekî ehstiyar e û ji kûrayiya dil ve tesîrê li min dike."    'HÎN SERÊ RÊ YE'    Fourniau, tîne ziman ku ew li stranên kurdî guhdar dike û xwe bi xwe ji ber dike û dibêje: "Loma dema distrêm hestiyar dibim. Çimkî min bi xwe ew hilbijartin. Bi taybetî min xwest hîn bibim. Ger kesî alîkariya min bikirana belkî min baştir bigotana. Di vî warî de tenê mam."    Fourniau dibêje: "Lê belê ev hîn serê rê ye. Dixwazim hay ji stranên gelek dengbêjan çêbibim. Loma divê ez bêtir wextê xwe li cem wan mirovên bi vê hunerê re eleqedar derbas bikim. Ger rojekê derfeteke min a wisa çêbibe ez ê hîn bibim."     MA / Sadiye Eser