Endamê Koma Amed: Divê di serdemên çewisîner de berhemên ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin 2018-11-03 09:16:19 QERS - Endamê Koma Amed Bîrkan Çelîk, destnîşan kir ku di serdemên çewisîner de kurd herî zêde bi muzîka xwe bersiva zext û zoriyan didin û divê di serdemên wisa de berhemên ku ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin.  Koma Amed, wexta li Tirkiyeyê çand û zimanê kurdî herî zêde bi zext û zoriyan re rû bi rû dima hat avakirin. Her çend di ser avakirina komê re 30 sal derbas bûbin, lê niha jî muzîkên komê pir tên guhdarîkirin. Koma Amed bi albumên "Kulîka Azadî", "Agir û Mirov" û "Dergûş" bal kişandibû. Piştî xwendekarê Fakulteya Tibê ya Hacettepeyê Evdilmelik Şêxbekir, xwendekarên Fakulteya Tibê ya Enqereyê Gulşen Çetîn, Savaş Çakmak, Rohat Kûtlay, Fîkrî Kûtlay, Mûstafa Kart û Ahmet Kaya nas dike, hîmê komê tê avêtin. Di albuma ewil "Kulîlka Azadî" de Evdilmelik Şêxbekir (Melek), Gulşen Çetîn, Savaş Çakmak, Rohat Kûtlay, Fîkrî Kûtlay, Mûstafa Kart û Ahmet Kaya cih digirin.    Yek ji endamên Koma Amed Bîrkan Çelîk ku niha li Qersê dermanxaneya wî heye û wênekêşiyê dike, çîroka avakirin, belavbûna komê vegot.    AVAKIRINA KOMÊ    Çelîk got: "Di dema avakirina Koma Amed de, min li Eskîşehîrê beşa Dermanxaneyê dixwned. Piştî min dibistan kuta kir min li Qersê dermanxane vekir. Di wê navberê de ji bo dersên gîtara Flamenkoyê diçûm Stenbolê û dihatim. Her ku diçûm min serdana NÇM'ê dikir. Piştî min pêwendî bi saziyên me re danîn, min Serhat û Merdan nas kir. Paşê me biryar da ku em komekê ava bikin. Pêşî me bi navê Koma Argeş komek ava kir û me konser çêkirin. Kom stranên gelêrî û protest digotin. Paşê me Fîkrî Kûtlay nas kir. Pêşniyar kir ku ew wekî Koma Amed karê xwe bikin û me ev pêşniyar qebûl kir. Piştî çend hevalên din jî tev li komê bûn me biryar da em albumekê çêbikin. Pêşî me albuma Agir û Mirov çêkir û dîsa me dest bi konser û tûrneyan kir. Di sala 1998'an de me albuma Dergûş çêkir. Piştî me album temam kir ji ber çewisandina hin hevalên me mecbûr man biçind erveyî welat. Em jî vegeriyan ser karên xwe. Di vê navberê de min li Qersê tim dersên gîtara klasîk dan. Heta niha zêdetirî 250 xwendekarên min mezûn bûne û bûn mamoste. Niha wênekêşiyê jî dikim."    'SERDEMA KOMBÛNÊ SERDEMA RONESANSÊ YA MUZÎKA KURDÎ BÛ'    Çelîk, anî ziman ku di dema Koma Amed de ew bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û got: "Ji bo em noteyan binivîsînin me kompîturên kartûşî bi kar dianîn. Yanî di wê kompîturê de heta me nota xelas nekirina me nikaribû qeyd bikirana. Car hebû me 24 saetan nota dinivîsand. Wexta ceryan biçûne me ji serî dest pê dikir. Her wiha di her konserê de komeke polîs dihatin. Çewisandinên siyasî pir zêde bûn. Lê dîsa jî Koma Amed serketineke mezin bi dest xist. Bi ya min serdema koman serdema ronesansê ya muzîka kurdî bû. Çimkî kurd tenê ensturumanên yekdengî guhdar dikirin. Lê me wekî kom cara ewil bi enstrumanên pir dengî albumek çêkir. Di salên 1986-87'an de kesî stranên gelêrî bi gîtarê lê nedixist. Wexta me muzîkeke pirdengî çêkir, kurdan dît ku lorikên dayikên wan veguherîne muzîkê. Em girêdayî pîvanên muzîk bûn û me li gor wê muzîka xwe çêdikir. Ji ber her tişt rast dihat çêkirin, hîn jî tê guhdarkirin."    'EM SAMÎMÎ BÛN'    Çelîk, gîtarê wekî piyanoya feqîran bi nav dike û diyar dike ku piştî gîtar daxilî muzîkê dibe pirdengî jî rû daye û bûye bivênevêya koman. Çelîk, destnîşan kir ku piştî Koma Amedê hema bêje hemû koman dest bi gîtarê kiriye û kurd ji gîtarê hez kirine. Çelîk got: "Em fikirîn ku divê sirûdek me hebe û wê çaxê Agir û Mirov bû sirûda me. Me dixwest pêkanînên li Kurdistanê li gorî dîtina xwe bi stranan bînin ziman. Yanî xema me ew bû, em behsa gelê xwe bikin. Bi albumekê behskirina vî gelî ne pêkan e, lê dîsa jî me xwest hindik me jî em tiştekî li muzîka kurdî zêde bikin. Xema me ne popularîte bû. Xema me ne aborî û tiştekî din bû. Ji ber em di bin banê saziyê debûn, kom bi temamî di xizmeta saziyê de bû. Wexta mirov ne ji bo popularîteyê tev bigerin, karê baş dikin. Koma Amed û gelek komên din ji bo vê mînakên berbiçav in. Em ji bo gelê xwe komên samîmî bûn."    'DIVÊ WEK SAMÎMIYETA HOZAN SERHED BE'    Çelîk, anî ziman ku niha gelek kes û kom ji bo populer bibin muzîkê dikin û ji ber vê kes dibe qurbana populeriyê. Çelîk, destnîşan kir ku komên texlîdker pri zêde bûne û got: "Wexta çav li vê rewşê dikevim xwe bi xwe dibêjim 'axirê me tenê sê album çêkirine.' Me bi tu awayî dilê vî gelî neşikand. Wexta dihat xwestin bi me re wêne bên kişandin jî me fedî dikir. Tesîra ku muzîka kurdî li civakê dike pir girîng e. Divê komên heyî û kesên din wê samîmiyeta Hozan Serhed zevt bikin. Tenê tişta divê bikin samîmî bin. Gelek komên muzîkê ji rastiya kurdî dûr ketin. Niha piraniya mirovan hay ji hin koman tune ye. Çima? Çimkî ew ji rastiya civakê dûr in. Koma Amed û gelek komên din ku bi awayekî samîmî nêzî rastiya civaka kurd dibûn dê tim bên bilêvkirin. Divê kesên bi muzîka kurdî re eleqedar nebin qurbana populeriyê. Divê armancênw an ên polîtîk hebein û hemû êşên civakê di gotinên xwe de nexş bikin. Ger tu ji bo vî gelê muzîkê çêbikî, nexwe divê tu rastiya vî gelî piştguh nekî. Helbet niha jî muzîkên baş tên çêkirin, hunermendên baş hene. Mirov nikare xwe li ber vê yekê li nedîtinê deyne, lê divê nirxên gelê me di rêza yekemîn de bin."    Çelîk, destnîşan kir ku di serdemên çewisîner de kurd herî zêde bi muzîka xwe bersiva zext û zoriyan didin û divê di serdemên wisa de berhemên ku ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin. Herî dawî Çelîk bilêv kir ku divê xwedî li saziyên wekî Navenda Çandê ya Mezopotamya (NÇM) bê derketin û xeyala wî ya herî mezin ew e ku ji ber Koma Amed qet li Amedê konser li dar nexistiye, ew dixwaze li Amedê konserekê li dar bixe.    MA / Adnan Bilen