Wê Şanoya Bajêr a Amedê atolyeya dramayê vebike 2018-12-26 09:20:02 AMED – Wê Şanoya Bajêr a Amedê, di sala nû de dest bi dayîna dersên şanoyê bike. Her wiha wê ji bo zarokan jî dersên dramayê bide.  Şanoya Bajêr a Amedê xebatên xwe didomîne. Şanoyê heta niha gelek şanogerên ciwan gihandiye û niha jî hewl dide ji bo zarokan atolyeya dramayê veke û ji bo mezinan jî dersên şanoyê bide. Ji bo atolyeya dramayê û dersên şanoyê heta niha gelek kesan serî li Şanoya Bajêr a Amedê daye. Wê xebatên atolyeyê û desrên ji bo şanoyê di sala nû de dest pê bikin. Wê perwerdehî heftê 6 saet bin û wê heftê 4 saetan dersa lîtikvaniyê û lîstikvaniya sereke bê dayîn û 2 saetan jî dersa dîroka şanoyê û raçavkirina lîstikan bê dayîn.     Ji derhênerên Şanoya Bajêr a Amedê Nazim Hîkmet Çalişkan, diyar kir ku armanca wan a bi atolyeya dramayê ew e ku zarok hay ji vê formatê hebin û bi dersên şanoyê jî armanca wan ew e ku êdî kesên gihatî ji hêla dikê ya şanoyê hay ji metbaxa vî tiştî jî hebin. Çalişkan, da zanîn ku heta niha gelek kesan serî li wan daye û ew ê piştî perwerdehiyê û atolyeya dramayê lîstikekê amade bikin.