Wênesaz Ronas: Wêne cîhana jinê ya hundir e 2017-11-02 09:28:25 QAMIŞLO – Wênesaza jin a 20 salî Ronas Mihemed a bi eşqek mezin xêzkirina wêneyan ve hatiye girêdan, diyar kir ku ew cîhana jinan a hundir bi wêneyan xêz dike.  Di jiyana her mirovan de hunera xeyal û xewnên zarokatiyê heye. Li gorî wê xeyalê dibe xwedî pîşe û kar. Lewra bi xwesteka dilê mirovan û israra karê xwe hêdî hêdî dibe xwedî berhem û huner. Ew huner bi eşkê belav dibe.  Di her mirovan de cîhanek heye. Di wê cîhana mirov de her dem di nav fikrandinê de ku şerekî pîvanên xwe heye. Lewra yek ji berhemên ku di nav civakê û cîhanê de belavbûyî hunera wênesaziyê ye. Wênesazî ango ev huner ji beriya zayînê bi salên pir dirêj heye. Bi vê yekê mirov bêje ku hunera wênesaziyê bi çêbûna insan re hatiye afirandin ku hest û ramanên xwe derxîne holê û karîbe bi tabloyên xwe hêstên ku jiyan dike bi civakê re bide parvekirin û peyamekê bi wê tabloya xwe vebêje. Di lêvegera lêkolînên dîrokî de tê payîn ku hunera wênesaziyê dîroka wê vedigere 20 hezar sal a beriya zayinê û çêbûna wê jî vedigere mantiqê mirovan ê xwe parastinê û wêrekiyê.   ‘WÊNESAZÎ XEYALA MIN A ZAROKANTIYÊ BÛ'   Yek ji wênesazên ku em rastê wê hatin jina ciwan Ronas Mihemed (20) bi hest û raman ku di wêneyên xwe de gelek çîrokên xeyalî vedibêje da ku rêkefta jiyanê û bi taybet a jinê temsîl bike ye.  Wênesaz Ronas ku ji navçeya Amudê a kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Herema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye, çîroka xwe ya wênesaziyê ji Ajansa Mezopotamya re vegot.   Ronas di destpêka axaftina xwe de diyar ku ew ji zarokatiya xwe de ji vê hunerî his dikir û her çiqas çû tiştên wê meraq dikir xêz dikir û bi vê awayî wênesaziya wê pêş ketiye.  Di axaftina xwe de Mihemed diyar kir ku ew ji temenê zarokatî de û ji waneyên ku di dibistanê de jê hezdikir waneya (Ders) Wênesazî bû û wiha hezkirina xwe bi hestên kur anî ziman: “Di dibistanê de heyecana min a waneya wênesaziyê pir zêde bû û min bawer nedkir kîjan demê saeta waneyê bê da ku ez wêneyekê saz bikim.”   ‘EZ XEYALÊ JINÊ XÊZ DIKIM'   Wênesaza ciwan Ronas Mihemed, diyar kir ku hiskirina wê ya ji bo xêzkirina wêneyan derketiye asta eşqê û got ku di her mirovekî de bi taybetmendiyên wê, dixwaze li gorî hest û ramanên xwe jiyanê, rastiyê û cîhana xwe ya hundirîn derxe holê. Mihemed jî bi hunera xwe ya wênesazitê jiyan vegot û di tableyên xwe de rastiya jiyanê raxist.   Di berdewamiya axaftinên xwe de Ronas Mihemed diyar kir ku ew bi tableyên xwe dixwest jiyanê, xwezayê, rastiyê û qewmînan vebêje û anî ziman ku jin xwedî xeyalên xwe yên mezin û jiyana ku dijîn tableyên wê temsîl dike. Mihemed, destnîşan kir ku ji ber ku tiştê ku jin jiyan dike ango dixwaze bighêjê di wêneyên xêz dike de hestê xwe aniye ziman.   ‘Hêst û fikrên jinê tê jiyîn’    Mihemed, giringdayîna wêneya jinê wiha anî ziman: “Ji ber ku min xwest xwezayê jinê vebêjim û dengê hêstên wê pênas bikim, di tabloyên min de herî zêde hêst û fikrê jinê tê jiyîn.”    ÊŞ Û BERXWEDAN HEYE   Mihemed destnîşan kir ku ew her tim xêzkirina wêneyan domand û her çiqas diçe hiskirina wê zêde bûye û ev agahiyan da: “Min gelek wêneyan xêz kir û li hevalan belav kir. Ya dawî jî ew wêneyên ku min xêz kiribû, bi hin wêneyên hevalên min re li Qamişlo ji bo şervanên di şerên li dijî DAIŞ’ê birîndar bibûn re wek pêşengehek lidarxist. Di naveroka wê pêşengehê jî hem êş û azar û him jî berxwedêriya jinê vedigot.”    MA / Erdogan Altan