Hemama Cincikli wêran bû 2019-02-04 11:40:11   RIHA - Hemama Cinciklî ya Sîwêregê ku warekî dirokî û çandî ye, ji ber nehat paratin, wêran bû.    Hemama Cincikli ya dîrokî  û çandî ya Sîwêregê ji ber nehat parastin û kes lê xwedî derneket, wêran bû. Gelê Sîwêregê ku berê digotin Hamama Cincikli, piştî wêran bû niha dibêjin Hemama Wêran. Hemama dirokî ya li kolana Hîzanoglu ya taxa Karaburç ji ber kitabeya wê tune, nayê zanîn kengî û ji aliyê kê ve hatiye avakirin. Hemama ku navê wê di seyahatnameya Evliya Çelebî de derbas dibe, nişan dide ku zêdeyî 400 sal temenê wê heye.  Welatiyên Sîwêregê diyar kirin ku rêveberiyên herêmî beriya her hilbijartinê soz didin ku dê wê biparêzin, lê heta niha tu xebat ji bo parastina vê berhema dîrokî nehatiye kirin.