Hunermend Mîkaîl Aslan li Wanê konser li dar xist 2019-04-10 11:12:09   WAN – Hunermend Mîkaîl Aslan li Wanê konser li dar xist. Guhdarvan û temaşevanan eleqeyek mezin nîşanî konsere dan. Aslan stranên xwe yên kevn û nû gotin.    Hunermend Mîkaîl Aslan bi organîzasyona Navenda Çand û Hunerê ya Uvercînka li Wanê konser li dar xist. Konser li Salona Konferansê ya Şanoya Dewletê pêk hat û şêniyên Wanê eleqeyek mezin nîşan dan. Aslan ji albûmên xwe yên kevn û albûma nû stranên bi zaravayên kirmanckî û kurmancî stran gotin.    Aslan di navbera konsere de axaftin kirin û bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê. Aslan da zanîn ku zaravayê kirmanckî yê kurdî bi tunebûnê re rû bi rû ye û got: “Bila li ser vê axêzimanek din nemire.”    Aslan konserê strana “Elqajiye” û “Nînna” bi dawî kir.