‘Bi israr, têkoşîn û berxwedan şanoya kurdî li ser dikan temsîl dikin’ 2019-05-01 10:39:26 AMED – Mihrîcana 7’emîn a Şanoya Amedê berdewam dike. Nivîskar Selîm Temo diyar kir ku berhemên klasîkên cîhanê ku tên wergerandin û li şanoya kudî tînin, şanoya kurdî bi xwe re gerdûnî dike û nivîskarên kurd divê ji bo şanoya kurdî nivîsan binivîsînin.  Mihrîcana 7’emîn a Şanoya Amedê ku bi dirûşma “Heqîqet Azad Dike” bi beşdariyek zêde ya şanohezan dewam dike. Bernameya mihrîcanê bi mêvan ango komên cuda yên şanoyê dixemile. Koma Şanoya ya Mencelê ya Wanê duh êvarê bi lîstika xwe ya “Kozik” derket ser dikê. Lîstik li Salona Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat pêşandan û bi sedan şanohez beşdar bûn. Gellek nivîskar jî li lîstikê temaşe kirin.    Lîstikê Adalet Agaoglu nivîsandiye û Perînaz Delazy jî derhêneriya lîstikê dike. Di lîstikê de 3 jin dileyîzin. Lîstik qala jiyana sê jinên çîna navîn dike û xîzanî, belengazî, şer û pevçûn qet ne di xema wan de ye.    ‘HUNERMENDÊN KURD DIKARIN XWE LI SER PÊYA BIGIRIN’    Nivîskar Selîm Temo yê di nava temaşevanan de cih girt têkildarî mihrîcan û şanoya kurdî pirsên ajansa me bersivand. Temo got wî lîstika “Kozik” gellek ecibandiye.  Temo diyar kir ku şanoya kurdî sedsalek li pey xwe hiştiye û got: “Yekem car Ebdurrehîm Rehmî Hekkarî 101 sal berê lîstika Memê Alan nivîsandiye û vegotiye.”    Temo bal kişand ser prosesa 3-4 salên dawî ya çand û hunera kurdî û got: “Tevî ku zordestan hemû dezgehên çand û hunera kurdî desteser kirin jî lê hunera kurdî hilberandina xwe domand. Nemaze Şanoya Bajêr a Amedê li gel şertên kêm û bêavantajiyan jî lîstik ango şanoya kurdî hilberandin û derketin ser dikan. Hewldan û xebatên Şanoya Bajêr a Amedê da nîşandan ku hunermendên kurd dikarin li ser pêya bisekinin. Li gorî min ev tiştek pirr muhîm e. Yanî di vê serdema dawî de li bajarên wek Batman, Wan û gellek deverên din şanogerên kurd vala nesekinîn, her tim hilberandin. Xebata şanogerên kurd me bextewar dike. Em pê kêfxweş in. Bi israr, têkoşîn û berxwedan peyva kurdî li ser dikan temsîl dikin.”    ‘LAZIM E QÎMETÊ BIDIN ŞANOYA KURDÎ’    Temo destnîşan kir ku di 25 salên dawî de şanoya modern a kurdî gellek xebatên hêja kirin û pêşketinek mezin bi xwe re anî û wiha dewam kir: “Lîstikên şanoyê yên kurdî gellek serkeftî ne. Lîstikên ku ji berhemên biyanî tên wergerandin û bi kurdî dileyîzin jî gellek serkeftî ne. Mirov dikare gellek mînakên van lîstikan bide. Li gel ew qas bêderfetiyan û zextan jî divê ev xebat binirx bê dîtin. Lazim e piştevaniya van saziyên hunerî ku di hedefa zordestan de ne bê nîşandan.”    ‘DIVÊ NIVÎSKARÊN KURD JI ŞANOYA KURDÎ HAYDAR BIN’    Temo diyar kir ku berhemên klasîkên cîhanê ku tên wergerandin û li şanoya kudî tînin, şanoya kurdî bi xwe re gerdûnî dike û nivîskarên kurd divê ji bo şanoya kurdî nivîsan binivîsînin. Temo got: “Wergerandina ji klasîkên gerdûnî rê li ber lîstikên te yên xwemalî ango kurdî jî rê vedike. Li gorî min şanoya kurdî derdixe astek bilindtirîn. Li gorî min mirov di qada hunerê de çiqas gerdûnî tevbigere dê ewqas pêşketin çê bibe. Lê çi dibe bila bibe divê bi hemû zaravayên kurdî lîstikên xwemalî jî bên çêkirin. Ancal lîstikên telîf hindik be jî kêm dibînin. Lê xwezî hemû nivîskarên kurd çi ên ku helbestvan û çi romannûs ferqa nake, ji lîstikên şanoyê tên nivîsandin agahdar bin. Heke hinek berê xwe bidin vê qadê wê gellek baş bibe. Li gorî vê yekê dibe ku hin lîstikên baştir jî derkevin.”    MA / Bîlal Guldem – Lezgîn Akdenîz