Pirtûka bi zimanê fransî hatibû nivîsîn, wergerî kurdî kirin 2017-11-18 11:01:30 CENEVRE - Rojnameger û nivîkarê fransî Patrice Franceschi li ser berxwedana Kobanê pirtûka bi navê “Mourir pour Kobanê” (Mirina ji bo Kobanê) nivîsî bû, pirtûk wergerî kurdî kirin. Di sala 2014'an de DAIŞ'ê êrîşê bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê kiribû, şervanên YPG û YPJ'ê berxwedaneke bêhempa dabûn nîşan. Nivîkar û rojnamegerê fransî Patrice Franceschi bi pirtûka “Mourir pour Kobanê” (Mirina ji bo Kobanê) berxwedana şervanê kurd vedibêje. Pirtûk êdî bi zimanê kurdî jî dikare bê xwendin.   Franceschi, di pirtûka xwe de berxwedana Kobanê bi van gotinan tîne ziman: “Kobanê sembola berxwedaneke rasteqîn e. Tevgera şoreşgerî ya kurd, li dijî DAIŞ'a ku dixwest fikra demokrasiyê ji holê rake, ji bo azadiya tekakesî û civakî, wekheviya jin û mêr, layîqî, ji kêmar û civakan re hurmed da nîşan û ji bo vê şer bi pêş xist." Franceschi di pirtûkê de balê dikişîne ser têkoşîna kurdan û dixwaze welatên rojavayî piştgiriyê bidin têkoşîna kurdan jî û sedemên piştgiriyê jî vedibêje.   Pirtûka bi zimanê fransî ji Weşanên Equateursê derketiye, weregera wê ya bi zaravayê soranî yê kurdî jî Selahaddîn Bayazidî kiriye. Pirtûka bi zimanê kurdî bi sernavê "Mirdin eray Kobanê" jî Weşanxaneya Xazalnûs çap kiriye.