Di mîhrîcana şanoyê de dê 37 lîstikan bên pêşandan 2017-11-27 14:05:54 ÎZMÎR – 6'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Îzmîrê ya Navnetewî di pêşengiya TAKSAV’ê de, dê îsal bi temaya “Wêrekî” di navbera 8 û 18’ê Kanûnê de bê lidarxistin. Dê 37 lîstik dê ji bo şanohezan bên pêşandan.  6'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Îzmîrê ya Navnetewî, dê bi bi keda Weqfa ji bo Çand û Hunerê ya Lêkoliniya Civakî (TAKSAV) îsal bi temaya “Wêrekî” di navbera 8 û 18’ê Kanûnê de dê bê lidarxistin. 37 lîstik dê ji şanohezan re bên pêşandan. Komîteya amadekar a mîhrîcanê li Hîltona Îzmîrê civîna danasînê pêk anî. Di civînê de nûnerên DÎSK, KESK û TMMOB’ê jî amade bûn. Piştî pêşandan sînevziyonê, dildarê TAKSAV’ê Mesut Gungor der barê mîhrîcanê de agahî dan.    LÎSTIKÊN KURDÎ, GURCÎ Û ÎSPANÎ DÊ BI NIVÎSKÎ BÊN PÊŞKÊŞKIRIN    Gungor destnîşan kir ku dê di mîhrîcanê de 5 jê ji derveyî welat û 32 jî ji Tirkiyeyê bi tevahî 37 lîstik bên pêşandan û dê mîhrîcan bi atölye û gotûbêjan li 13 cihên cuda ji bo şanohezan bê pêşandan. Gungor da zanîn ku dê lîstîkên bi kurdî, gurcî û îspanî bi nivîskî bên pêşandan û gelek lîstik bêpere bên temaşekirin.    Temaşevan û şanohez dikarin têkildarî agahiyên bernameya mîhrîcanê xwe li ser navnîşana www.izmirtiyatrofest.org'ê xwe bigîhînin naverokê.