'Bi bikaranîna medyaya civakî re girseya xwendevanan guherî’ 2017-09-27 09:49:17 AMED – Edîtorê Weşanxaneya Aramê Ulaş Guldiken, anî ziman ku bi bikaranîna medyaya civakî re girseya xwendevanan veguheriye û wiha got: “Rêjeya kesên ku pirtûkan dixwînin kêm bûye. Lê ya tirsnak ew e ku xwendevanên nû çi dixwînin.”  Edîtorê Weşanxaneya Aramê Ulaş Guldiken, di warê wêjeya girtîgehê, bandora teknolojiyê ya li ser rêjeya xwendinê, sansur û hwd. de pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivandin. Guldiken dest nîşan kir ku bi awayekî giştî rêjeya xwendinê ketiye û di salên dawî de girseya xwendevanan veguheriye.    ‘BERHEMÊN TÊN DI WESFÊ BELGEYAN DE NE’   Guldiken, behsa berhemên wêjeya girtîgehê ku weşanxaneya wan bi awayekî zêde diweşîne kir û wiha got: “Tenê ne yên weşanxaneya me, nivîskarên hin weşanxaneyên din jî di girtîgehan de ne. Yanî êdî em behsa kuliyatekê dikin. Li girtîgehan hema bêje berhemên ku hemû kategoriyên weşanxaneyê xwedî dikin tên afirandin. Ji helbestê heta romanê, ji çîrokê heta lêkolînê gelek berhem tên. Kesên ku romanê dinivîsin bi piranî girtiyên siyasî yên li wir tên girtin bi xwe ne. Berhemên ku di kategoriya bîranînê de cih digirin, hema bêje di wesfê belgeyan de ne û kategoriya ku em jê re dibêjin ‘Wêjeya Şoreşê’ xurt dikin.”    Guldiken, diyar kir ku xwendin û lêkolînên nivîskarên ku bi salan e di girtîgehê de ne piştî demekê daneheviyekê pêk tînin. Guldiken anî ziman ku hin nîqaşên ku tevgera kurd zemîna wan çê kirine li hundur bi awayekî dewlemend tên nîqaşkirin.    LI GIRTÎGEHAN KOMÊN EDÎTORYALÎ HATINE AVAKIRIN   Her wiha Guldiken da zanîn ku berhemên ku ji girtîgehan ji bo weşanxaneya wan tên şandin, pêşî di desteyên ku li girtîgehan hatine avakirin re derbas dibin û paşê digihên ber destê wan û wiha got: “Li gor kategoriya xwe berhemê tê tesdîqkirin û tê. Yanî bi demê re li girtîgehan komeke edîtoryalî çê bû. Dema mirov ewqasî bi nivîsê re eleqedar bibe, ev tişt êdî bi awayekî rêk û pêk tê kirin. Ji bo weşanxaneya me desteyên ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê û Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hatine avakirin dixebitin.”    Guldiken di warê nexwendina pirtûkan û bandora medyaya civakî ya li ser xwendinê de ev tişt gotin: “Li ber destê me hin bîlançoyên aîdî çapemeniya cîhanê hene. Ev bilanço stewrbûn an jî dewlemendiya rêjeya xwendevanan nîşan dide. Mesela tê gotin ku pirtûkeke Sabahattin Ali milyonek car hatiye xwendin. Di nav vî hesabî de kesên mirine jî hene û li gor vê hejmarê em dibêjin ‘Gelek xwendevanên wî hene’. Ev yek me dixapîne. Heke ev hejmar ji bo kesên ku niha dijîn be gelekî baş e û wê çaxê em ê karibin behsa civak û xwendevaniyeke rewşenbîriyî bikin.”    ‘YA GIRÎNG EW E KU XWENDEVAN ÇI DIXWÎNE’   Guldiken anî ziman ku dema ew di warê nifşên nû de li bûyerê dinihêre nîşaneyên cuda dertên holê û ev mînak da: “Biraziyekî min ê 10 salî heye, xwendevanekî baş e. Metnên ji xwe mezintir dixwîne û bi lez dixwîne. Rojekê li cihekî ku lê bû, pirtûka ku wî dixwest tune bû. Ji pirtûkfiroşekî din pirtûkek kirî. Kir û nekir wê pirtûkê nexwend. Di du rojan de 6-7 rûpel xwend û wê çaxê dest bi xwendina rojnameyê kir. Me bala xwe daye ku xwendina rojnameyê didomîne. Dema em jê dipirsin ka çi dixwîne, dibêje ew rojnameyê dixwîne. Wê xwendina rojnameyê heta kuderê bidome, wê rojname çi bide te? Agahiyên ku rojname dide te tu yê sibê ji bîr bikî. Jixwe naşibe pirtûkeke ku te xwendiye. Ew rewş ji bo min girîng e. Ya girîng ew e ku xwendevan çi dixwîne.”      Guldiken, anî ziman ku nifşê nû her roj li ser civaka medyayî gelek tiştan dixwîne û dema mirov vê yekê li gor rûpelê pirtûkê bihesibîne 50 rûpelî dike û wiha domand: “Ev ne ew xwendevanên berê ne. Eger xwendevanên berê destê xwe ji vê qadê kişandibin ev tişteke pir endîşedar e. Em vê yekê jî dibînin, li gor berê her sal hejmara kesên ku pirtûkan dixwînin kêm dibe. Lê ya tirsnak ew e ku xwendevanên nû çi dixwînin, hema bêje xwendevanên nû tu tiştî naxwînin.”      JI BER OHALÊ HÎN JÎ XWENDEVAN PIRTÛKÊN XWE BINAX DIKIN   Guldiken, ji bo pirtûkên ku di çarçoveya OHAL’ê de tên desterserkirin û berhevkirin de jî da zanîn ku belavkirin û firotina nêzî 80’ê pirtûkên aîdî weşanxaneya wan qedexe ye û wiha axivî: “Ev nêzî 40 salan e pirtûk ji refan tên derxistin û di bin axê de tên veşartin. Xwendevan bi xwe vê yekê dike. Çima? Çimkî ditirse ku bi mueyideyek cezayî re rû bir û bimîne. Tam hejmara wê nayê bîra min lê firotin û belavkirina zêdeyî 80 pirtûkên me qedexe ye.” Guldiken dest nîşan kir ku pirtûkên wan ên qedexekirî nakevin girtîgehan û her wiha hin girtîgeh jî destûrê nadin tu pirtûkên wan bigihên ber destê girtiyan. Li navçe û bajaran polîs li 60 pirtûkfiroşên ku em bi wan re dixebitin pirtûkên weşanxaneya me dester dikin. Heta dest datînin ser pirtûkên neqedexekirî jî.” Guldiken anî ziman ku tu bikî nekî di warê aborî de ev rewş bandorê li wan dike.    Her wiha Guldiken balê kişand ser pêşangehên pirtûkan û neqebûlkirina beşdarbûyîna weşanxaneyên kurd a pêşangehan jî. Guldiken wiha domand: “Nehiştin em beşdarî pêşngeha ku ji aliyê Şaredariya Kadikoyê hat lidarxistin bibin. Wek hincet jî qaşo me dereng serî lê daye. Lê belê, weşanxaneyên din di wextê xwe de serî lê dan, lê dîsa jî nehatin qebûlkirin. Em nikarin beşdarî gelek pêşngehên herêmî bibin. Ji aliyê şaredariyan ve pêşangehên baş tên lidarxistin, lê belê em nayên vexwandin.”    ‘PÊŞANGEHÊN ŞAREDARIYAN JI YÊN TUYAPÊ SEMPETÎKTIR BÛN’   Guldiken diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re şaredariyên ku berê pêşangehên pirtûkan li dar dixistin êdî li dar naxin û ev tişt gotin: “Di vî warî de tecrûbeyeke du salan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heye û ev yek li Wanê jî hat ceribandin. Dîmena ku derket holê erênî bû. Ji bo pêşerojê bingehek çê bû. Bi ya min ev ceribîn li dijî TUYAP’ê pir sempatik bû û pêwendiya ku bi xwendevanan re danî pir samîmî bû.”    Guldiken dest nîşan kir ku jixwe nêzîkatiya qeyûman a ji bo pirtûkan tê zanîn û wiha got: “Şaredarî pirtûkxaneyên xwe çê dikin. Ji hemû weşanxaneyan pirtûkan distînin. Gelek pirtûk ji weşanxaneya me jî hatine stendin. Lê belê hin qeyûm hin pirtûkên li pirtûkxaneyê teşhir kirin û gotin ‘Ev pirtûk behsa rêxistina terorî ddike’. Hin pirtûkxaneyên ku hatin girtin jî hene.”    SAZIYÊN BAJÊR DIKARIN PÊŞANGEHAN LI DAR BIXIN   Herî dawî Guldiken dest nîşan kir ku sazî û dezgehên cuda yên vî bajarî dikarin hin tiştan bikin û wiha got: “Mînak, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê dikare planeke wek lidarxistina pêşangehekê bike, hêza wê heye. Em dikarin tevî dînamîkên herêmê van pêşangehan organîze bikin.”    MA / Dîcle Muftuoglu