Hunermendên kurd: Portala muzîkê Netd stranên kurdî sansûr dike 2017-12-02 12:16:49 STENBOL – Pêwîste agahdarkirina hemû klîbên ji aliyê portala muzikê ya Netd a girêdayî Holdînga Doganê bigîhîje aboneyan. Hat angaştkirin ku kes xwe nagihîne agahdarkirina klîbên kurdî. Hunermendên kurd rewşê wek sansûrkirina li ser muzîka kurdî pênase kirin.  Roja borî pirtûka “Seher” a Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selehattîn Demîrtaş li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê li navendek dan û sitendinê li maxazaya D&R a girêdayî Holdînga Doganê, di refê de pirtûkê li ser piştê qeliband û hat dîtin ku pirtûkê bi pêkanîna “Sansûra refê” kirine. Piştî vê buyerê vê carê jî portala muzîkê ya Netd a di bin banê Holdînga Dogan TV bêyî ku heya hunermendê kurd jê çê bibe strananên wan bi riya şirketên muzîkê ku peymana wan li gel hev heye di Youtube de ku nêzî 8 milyon aboneyên wê hene li kanala Netd hatine barkirin.    Divê videoyên li Yotube hatine barkirin agahdarkirina wan ji hemû aboneyan re bê rêkirin. Hat îdiakirin ku stranên kurdî li kanalê hatine barkirin agahdarkirina wan ji aboneyan re nayê şandin. Hundermendên kurd dan zanîn ku bêyî agahiya wan jê çê bibe stranên wan li Netd hatine barkirin û vê yekê wek nêzîkatiya nîşandeya li hember muzîka kurdî dide nîşandan.    ‘TU FERQA WÊ JI TRT 6’Ê TUNE YE’    Hunermend Erol Berxwedan yek ji van hunermendê ku yekemîn car albûma wî ji Sîlvana Muzîk derket û hemû stranên albûmê bêyî heya wî jê çê bibe li Netd hatine barkirin. Berxwedan diyar kir ku li ser hişyarkirina hevalê xwe ew ji meseleyê haydar bûye û vê rewşê gelek wî aciz kiriye. Berxwedan destnîşan kir ku portal bi taybetî nêzakatiyek bi zanebûn li dijî stranên hunermendê kurd didin nîşandan û nêzîkatiya portalê ango kanalê li hember stranên kurdî samîmî nîne.    Berxwedan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li cihê samimiyet tune be wê demê polîtîkaya pişaftinê dikeve dewrê. Ji dîrokê ve heta niha li ser muzîka kurdî polîtîkayek pişaftinê didin meşandin. Di vê bûyera prtalê de jî carek din derket holê ku stranên kurdî wisa tên pişaftin. Ji bo min tu ferqa vê pêkanînê ji TRT 6’ê nîne.”    ‘EV REWŞ MIN ACIZ DIKE’    Berxwedan anî ziman ku ji bo klîbên wî ji portale bên rakirin dê serî li her hewldanê bide û got: “Li cihek ku klîba min an jî strana min bê weşandin, heke ku çanda min nede nîşandan ji bom in viya sedema aciziyê ye. Tu feyda wê jî nagihîje min. Ez naxwazim stranên min di vê qenalê de bên weşandin.”    ‘LI DIJÎ STRANÊN KURDÎ CUDAKARIYÊ DIKIN’    Hunermend Aram Serhad jî diyar kir ku dema ew peymana xwe çêdikin bi fîrmayek diyar re çêdikin û pişt re jî klîba wî ya ji aliyê Sîlvana Muzîk ve hat weşandin bêyî agahiya wî jê çê bibe derbasî Netd bûye.  Serhad da zanîn ku helwesta Netd li dijî muzîka kurdî ne niyetek baş dide nîşandan û wiha dewam kir: “Îro dema klîbek li qenala Netd tê barkirin divê agahdarî ji 8 milyon aboneyên wê re bê şandin. Teqez ji bo stranên kurdî agahdarkirinê naşînin. Li vir cudakariyek mezin li holê ye. Pêwîste em jî li gorî vê yekê helwesta xwe li dijî Netd bidin nîşandan.”  Serhad got ku heke Sîlavana Muzîk li dijî stranên wî vê helwesta xwe dewam bike dê albûmên nû bên çêkirin nede wan û bang kir ku pêwîste hemû hunermendê kurd li dijî hîleyên bi vî rengî hişyar bin û bibin yek.    Me li ser riya têlefonê xwe gihand Sîlvana Muzîk û rayederk muzîkê wiha xwe parast: “Ez bi zilamên Netd re dixebitim. Ez gelek jî ji wan razî me. Li dijî muzîka kurdî sansûrek nîne. Heta gelek bi hesas li dijî stranên kurdî tevdigerin.”    Ji ber raste rast têlefona portala muzîkê Netd tune bû, me xwe gihand rayedarên Holdînga Doganê û wan jî me arasteyî Kanal D’yê kirin. Têkildarî mijdarê li gel me maîl ji Netd re şand jî heta niha bersiva maîlê nedane.    MA / Muhammet Dogru