101 sal berê îro: Kovara JÎN derket 2019-11-07 11:05:22 AMED - Di dîroka wêje û çapemeniya Kurdî de gelek kovar hatin weşandin. Yek ji van Kovaran jî, Kovara JÎN bû. Kovar JÎN 101 sal berê îro di 7'ê Mijdara 1918'an de dest bi weşanê kir û 25 hêjmar hatin çapkirin.  Di sedsala dawî de gelek kovarên Kurdî yên dîrokî, wêjeyî û çandî hatin çapkirin. Heta niha kovarên wekî Hawar, Ronahî, Nûbihar, Jiyana Rewşen, Kovar, Çirûsk, Zend, Peyv, Dîwar, Bûka baranê, Guldexwîn, Felsefevan, Bizot, şewçila, Pelîn, Vejîn, Tîroj, Zanko, Hêvî, Kizwan, Folklora kurdan û gelek kovarên din hatin çapkirin. Yek ji van kovaren ku 101 sal berê îro hat çapkirin Kovara JÎN e. Rewşa kovarên kurdî her çikas li gorî berê niha baştir be jî, gelek kovar ji ber bê derfetî tenê li ser înternetê têne weşandin. Ev kovar ji bo têrkirina zimanê kurdî û xwendekarên wî gelek girîngin.   Kovara ”Jîn” di 7'ê Mijdara 1918'an da li Stanbolê dest bi weşanê kir. Wisa tê zanîn ku binyata ne fermî ya Komela Pêşketina Kurdistanê bûye.  ”Jîn” 25 hêjmar hatin çapkirin. Di jimareya yekemîn de nivîsareka kurt a bi sernivîsara ”Amanca me” semedê weşandina kovarê û amanca wê weha hatîye ragîhandin: ”Jîn ne ji bo bi destxistina lişteka (menfeet) maddî derdikeve. Amanca wê, belavkirina zanînê ya li ser jîyana Kurd a dîrokî, mafên wi yên neteweyî, bêjeya wî û rewşa wî ya civakî, ku ji sedsalên direj vir da hatine îhmalkirin. Li gora bawerîya me, amadekirina cîyekî layiq ji bo neteweyê Kurd di civingeha neteweyan da, bi xebateka wisa mimkun e ku awayê wê xebatê li gora fama vê demê be. Em têdigîhîn ku ev teşebusa me, xebateka pir dijwar dixwaze. Belam, dema ku me ev wezîfa giran da ser milê xwe, me bi rastî hêvî kir ku em dikarin xwe bispêrin alîkarî û hêsanîyên maddî û manewî yên neteweyê Kurd. "    Kovara ”Jîn”, bi wê bawerîyê û bi wê biryarê, jîyana xwe nêzîkê salek domandîye. Jimareya wê ya paşîn, yanî ya 25’an di tarîxa 2/10/1919’an da derketîye. Kovar piştê wê dirokê hatîye girtin û bi wî awayî di dîroka gelê Kurd  da veşirîye. Ji 25 jimareyên ”Jîn”ê 22 jimare 16 rûpel derketine. Hemî jimare bi qabê qarton qabkirî bûne. Ger mirov her çar rûpelên qabên wê jî têw bike, rûpelên wan 22 jimareyan dibin 20. Lê di orîjînalên kovarê da li her çar rûpelên qab jimare nehatine nivîsîn; jimare tenê li rûpelên metnê kovare hatine nivisîn. Jimareyên 15’an, 16’an û 25’an ji 24 rupel derketine. Ew her se jimare ji wek ên dî qabkirî bûne û digel rûpelên qabên xwe 28 rûpel bûne. Belam di wan da jî jimare tenê li rûpelên metnê kovarê hatine nivîsîn.     ZÎMANÊ KOVARÊ    Kovara ”Jîn” bi Kurdî û Tirkî derketîye. Heta sala 1918’an Kurdistana Rojava, yanî Kurdistana ku di binê dagirkirina împaratorîya Osmanî da bû, yeker bû û nehatibû parçekirin; yanî ew parçeyên ku îro ji wan ra tê gotin ”Kurdis-  tana Tirkîyê”, ”Kurdistana îraqê” û ”Kurdistana Sûrîyê” gişt yeker bûn û di binê destê Osmanîyan da bûn. Navê welêt jî resmen ”Kurdistan” bû. Li gora wê rewşê, xwenda û zana û xwendekarên Kurd gişt yek bûn û bi yekitî dixebitîn. Mesela, di nava qadroya ”Jîn”ê da Kurdên Kerkûk û Silêmanîyê jî, Kurdên Amed û Bedlîsê jî hebûn. Tewr çend Kurdên Kurdistana bûn.