Koma Helbestê ya Amedê hat avakirin 2017-12-06 09:38:11 AMED – Li Amedê ji aliyê hin nivîskar, helbestvan û helbesthezan ve Koma Helbestê ya Amedê hat avakirin û dest bi xebatên xwe kirin. Kom dê ji 15 rojan carek li ser jiyan û taybetmendiyên helbestvanên kurd û helbestên kurdî raweste û nirxandinan bike.  Li Amedê bi pêşengiya hin helbestvan û nivîskaran Koma Helbestê ya Amedê hat avakirin. Komê bi boneya xebatê li ser helbestên zaravayên kurdî bidin meşandin, civîna xwe ewil bi şêwreyek dest pê kir. Piştî danasîna komê, rê, rêbaz û li ser plansaziya dê ji îro şûn ve kom çi bike û xebatên bi çi rengî deyne pêşiya xwe hat axaftin. Hemû beşdervanan nêrîna xwe yên der barê plansaziyê de anîn ziman. Nivîskarên wek Hesîb Yanliç, Rodî Zinar, Azad Zal, Roza Metîna ku di nav de hene, gelek helbestvan û nivîskarên din gelek kesên bi helbest û wêjeya kurdî re eleqedar dibin beşdarî komê bûn. Komê bi helbesta klasîk ango bi danasîna jiyana helbestvanê mezin Baba Tahirê Uryan (Hemedanî) dest bi xebata xwe kir.    Ji her 15 rojan carek dê endamên komê li hev kom bibin û li ser tarz û taybetmendiyên helbestvan û helbestê wan nîqaşan bikin.    ‘PÊDIVIYA AMEDÊ BI KOMEK WIHA HEBÛ’    Nivîskar Hesîb Yanliç ku moderatoriya Komê dike der barê armanc û sazkirina komê de axivî û agahiyan parve kir. Yanliç destnîşan kir ku ji bo li ser helbestên klasîk û nûjen ên kurdî bên axaftin heta niha gelek daxwaz hebû lê kes nedihat gel hev û got: “Vê înisiyatîfê û barî me girt ser xwe. Pêdiviya Amedê û kesên bi helbestê re eleqedar dibin bi komek wiha hebû. Ev qonaxa destpêkê ye. Beriya vê koma helbestê jî me salek berê koma roman xwendina kurdî ava kiribû û ev xebata me didome. Koma me ya romana kurdî nêrîna xwendinê bi me re da çêkirin.”    ‘EM Ê HELBESTVAN Û HELBESTÊN WÎ BINASIN'    Yanliç anî ziman ku heta niha di serî de Amed û li tevahiya bajarên herêmê têkildarî wêje û helbestên kurdî de tu atolye û cihek din tuneye ku mirov biçinê û wiha dewam kir: “Em ê bi avakirina vê komê re li ser helbesta kurdî şevbuhêrkê bikin û her wiha em ê helbestvanên kurd nas bikin. Bi taybetî em ê li ser helbestê wan rawestin û bixwînin. Jiyan û xebata helbestvan dê bên nirxandin. Me xwest em ewil em bi helbesta kurdî yên Baba Tahirê Uryan dest bi xebatên komê bikin.”    JI KLASÎK BER BI NÛJENIYÊ VE   Yanliç diyar kir ku ew du kes jî bimînin dê xebata li ser helbestên kurdî berdewam bikin û dê ev xebata wan bêdem bidome. Yanliç got ku her cara ew kom bibin dê helbestvanek nas bikin û helbestên wî bixwînin. Yanliç da zanîn ku wan ji helbesta kurdî ya klasik dest bi xebata xwe kirine û piştî helbestên klasîk dê derbasî nasîna helbestvan û helbestên nûjen bibin.    Komê ku ewil bi danasîna helbestvan Baba Tahirê Uryan dest bi xebata xwe kir, hin endamên komê der barê jiyana Uryan de nêrînên xwe vegotin û çarînan ji helbestên wî xwendin.   MA / Bîlal Guldem