Sibê dê Ferhenga Têgihên Hiqûqê bê danasîn 2019-12-24 11:01:12   AMED - Ferhenga Têgihên Hiqûqê bi dawî bû û sibê ji bo ferhengê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Amedê dê resepsiyona danasînê bê dayîn.    Ferhenga Têgihên Hiqûqê ku 4 sal bûn bi beşdariya gelek hiqûqnas û zimanzanên kurd ku ji aliyê Baroya Amedê û Weqfa Mezopotamyayê ve li serê dihat xebitandin, bi dawî bû. Ferheng, ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye çapkirin û dê sibê ji bo wê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê, saet di navbera 16.00-18.00'an de dê resepsiyona danasînê bê dayîn.