‘Li darxistina mîhrîcana fîlman jî berxwedanek e’ 2017-12-14 13:58:56   STENBOL - Pêvajoya ku hemû mafên mirovan tên binpêkirin û sûc tên dîtin de, bi dirûşma "Mîhrîcana Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan" tê lidarxistin. Avakarê Documanterîstê Necatî Sonmez bal kişand ser zehmetiyên heyî û got ku "Li darxistina mîhrîcanê bi serê xwe berxwedan e."   19'emîn car bi temaya "Mala me li ku ye?", "Mîhrîcana Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan" dest pê kir. Mîhrîcan dê heta 17'e Kanûnê dewam bike, dê Documanterîst ji gelek derhênerên belgefîlman ê ji qada civakî tên re malovaniyê bike.   Mîhrîcan dê li Stenbol, Amed û Wanê jî xwe bigihîne sînema hezan, dê 40 fîlmên bi temayên cuda bên pêşandan. Gelek fîlmên ku balê dikişînin ser binpêkirinên mafan û têkoşîna li cîhanê, dê di mîhrîcanê de bên pêşandan. Her wiha dê li ser rojevê gotobêj û forum jî bên lidarxistin.   Avakarê Documanterîstê Necatî Sonmez, destnîşan kir ku ji bo ew hilberîna fîlman bikin û çêkerên belgefîlmên navneteweyî bi hezkiriyên wan re bînin gel hev, 9 sal e di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de mîhrîcanê li dardixin.   'BI NÎQAŞAN PIŞTGIRIYÊ DIDIN FÎLMAN'   Sonmez da zanîn ku ew her sal li ser mijarekê diponijin û di vê çarçoveyê de pêşandan û foruman li dar dixin, ne tenê pêşandana fîlman, bi hin nîqaşên cuda piştgiriyê bidin fîlman û wiha got: "Temaya me raste rast bi 'mafê hewînê' re girêdayî ye, lê em ew qas bi sînor nakin. Metafora mala te xazeyî (mecazi) jî em digirin dest, fîlmên ku balê dikişîne ser mirovên ku xwe bê cih û war hîsdikin jî hene û beşên ji bo wan jî hatine veqetandin. Bêguman beşa zêde li ser penaberan e, di vê der barê de qasî 10 fîlmên me hene."   'DI VAN ŞERTAN DE ZEHMET E'   Sonmez bal kişand ser navê "Mîhrîcana Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan" jî û di vê der barê de ev tişt anî ziman: "Bi vî navî şahiyek li darxistin di serî de we dike armanc. Ji mîhrîcanê re piştgirî û cih dîtin gelekî zehmet e. Em dikarin bêjin ku bi piştgiriyên piçûk hin kes hatine gel hev û di rûnên xwe de dipijin. Di du salên dawî de, û bi taybetî di pêvjaoya OHAL'ê de mîhrîcanek wiha lidarxistin, zehmet e." Sonmez aşkera kir ku her gava ku zext zêde dibin, pêwîstiyên ji bo mîhrîcanê jî zêde dibin.    Sonmez herî dawî banga tevlibûnê jî kir û destnîşan kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi mîhrîcanên wiha heye.