‘Divê zimanê kurdî bibe zimanê jiyanê' 2020-02-20 09:03:28 AMED - Endamê Desteya Rêveber ê Tora Ziman û Çanda Kurdî Parêzer Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku beriya her tiştî divê hiqûqnas di nava xwe de bi zimanê xwe biaxivin û got: “Divê zimanê Kurdî di jiyana me de cihekî bigire. Di têkiliyên me de dema em meseleyên xwe niqaş dikin em zimanê kurdî biaxivin û nivîsên xwe jî bi kurdî binivîsin.” Endamê Desteya Rêveber a Tora Ziman û Çanda Kurdî Mehmet Emîn Aktar, der barê torê de axivî. Aktar, anî ziman ku di maseya hiqûqnasan a Tora Ziman de biryareke ku li gorî peymanên navneteweyî tev bigerin derketiye holê û got: “Tirkiyê di peymana mafên zarokan çi maf naskirî ye? Tirkiyê di kîjan qeydên de îtîraziyê dane pêşiyê û qebûl nakin? Pêşiya vê îtîrazê çawa vekirî ye? Têkoşîneke çawa bimeşînin? Ji bo van biryar hatin standin. Lê belê ev tenê karê torê nîn e. Em ê pêşniyarên xwe ji saziyên hiqûqê re bibêjin. Ev kî ne baro ne?”   'DIVÊ HIQÛQNAS DI NAVA XWE DE BI KURDÎ BIAXIVIN'   Aktar, destnîşan kir ku Baroya Amedê di meha Sibatê de Komîsyona Çand û Zimanê Kurdî ava kiriye û wiha berdewam kir: “Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî dê di vî warî de xebat bimeşîne. Wekî din Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dê xebatên xwe bimeşînin. Dema ev xebat tev bigihên hev du wê encamek derkeve holê. Dê tecrubeyeke me jî çêbibe. Heke ev jî têr nekir pêwîstî heye ku di qada navneteweyî de jî xebat bên kirin. Ez bawer im ku dê rêkek ji me re vebe. Lê pêşiya her tiştî divê em hiqûqnas di nava xwe de bi zimanê xwe biaxivin û kurdiya xwe pêş bixin. Zimanê kurdî di jiyana me de cihekî bigire. Di têkiliyên me de dema em meseleyên xwe niqaş dikin em zimanê kurdî biaxivin û nivîsên xwe jî bi kurdî binivîsin.”   PIŞAFTIN   Aktar, bal kişand ser biryarên ku piştî komxebata torê hatine girtin û xistine meriyetê û got: “Me rêziknameya torê amade kir. Hinek destkeftiyên me yên ku der barê parastina kurdî de hebûn, divê pêşî em li wan xwedî derkevin. Xebatên nû jî dest pê kirine.”    Aktar, anî ziman ku heke bazara ziman nebe, çi qas diçe qels dibe û wiha dirêjî da axafitna xwe: “Pişaftineke rizayî jî ku dimeşe heye. Gava ku bazar nebe. Dibêjin ‘zarokê min kurdî bizanê dê çibe, feydeya kurdî tune ye’. Gereke bazerek ji vî karî re hebe. Em di kolan û qadên xwe de kurdî neaxivin, kurdî di nava civakê de nebe zimanê yekemîn wê demê qels dibe. Têkoşîna ku tu bimeşînî jî qels dibe. Mînak hikumet çend sal berê dersa bijarte anî rojevê gotin ‘ji çara heta heştan çar pol dê dersên zimanê kurdî dersa zimanê bijarte be’. Siyaseta me got kî ‘ev têra nake em protesto dikin’ Ev ne karê siyasetê bû. Siyaset gereke riyên nû veke. Armanca siyasetê ev e. Ev tor hebûna xebatên çand û ziman serbixwebûna wê çaxê da ji wan re bêjin ‘ji vê derfetê îstîfade bikin.’ Ji hemû gel re gotûbûna ji zarokên xwe re bêjin bila dersên zimanê kurdî hilbijêrin. Ku hilbijartibûna bi hezaran zarokên me dersa zimanê kurdî bijartana. Wê çaxê me dê ji hikumetê re bigota daxwazeke bi vî awayî heye. Hem mafekî xwezayî ye ku perwerdehî bi zimanê zikmakî were kirin û hem jî pêwîstî pê heye. Gava ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 20 hezar kesan daxwaz kiribûna wê çaxê ji xwe hikumet da bêje daxwazeke piranî tune ye. Gelê kurd zimanê kurdî naxwaze. Em dereng mane ji vî karî re lê divê mirov ji cihekî dest pê bike. Gava bandora siyasetê li xebatekê çêdibe ew xebat ji armanca xwe derdikeve. Ji ber wê yekê jî xebata li ser ziman û çandê xebateke serbixwe bigirî dest. Îdeolojî pê re tune ye. Li gorî îdeolojiyekê tu wî karî bimeşînî ew kar nameşe. Ji ber wê yekê gereke ev xebata torê bandorê li ser siyasetê bike. Siyaser vê xebatê guhdar bike.”   ‘ZIMANÊ KURDÎ NEHATIYE NASKIRIN’   Aktar, bibîr xist ku gotina Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ya li ser kursdî ji guhê mirov xweş tê lê belê rastiya hiqûqê de zimanê kurdî nayê zanîn û got: “Dadgeh rast dibêjin. Ev ziman hatiye nas kirin na. Fermiyeta vî zimanî heye an na? Tenê di dibistanan de wek derseke bijarte tê fêrkirin. Perwerdeya zimanê kurdî tune ye. Tenê tu zimanê kurdî fêr dibî. Ew jî va salên dawî. Wekî din di pergala hiqûqa Tirkiyê de cihê zimanê kurdî tune ye. Heta dem dem hatiye qedexe kirin. Îro jî nivîsên hinek kesan tên sucdar kirin. Ji ber wê yekê li gor dadgehan ‘zimanekî nayê zanîn e’.”   BAROYA AMEDÊ PANEL LI DAR DIXE   Aktar, anî ziman ku Baroya Amedê derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di 23’yî Sibatê de panelekê li dar dixe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê Baroya Amedê ya Wanê jî wê panelekê li dar bixe. Ev qad bi wesîleya Torê wê geş bibe. Kêsên ku ji Torê cudatir jî xebatên zimanî dimeşînin hene. Armanca Torê jî ji xwe ku her kesê di bin baskê xwe de bicivîne nîne. Dixwaze riyekî veke. Bal bikşîne li ser xebatên ziman. Di nav civakê de ku zimanê kurdî pêş bikeve dixebite. Ji bo ku tesîrekê li siyasetê bike ku rê li ber perwerde û zimanê kurdî vebe.”   Aktar, bal kişand ser rola çapemeniyê û ziman û wiha bi dawî kir: “Divê çapemenî jî bêtir girîngiyê bide weşana kurdî û bernameyên kurdî yên ji bo zarokan zêdetir bike.”   MA / Fahrettîn Kiliç