Helbestvan Loran: Helbesta 90'î hebûna kurdan, a îro jî komkujiyan îspat dike 2017-12-15 09:24:39 AMED-Helbestvan Elîxan Loran helbesta kurdiya kurmancî ya modern a Bakur a salên 2000’î û beriya wê nirxand û diyar kir ku helbesta salên 90’î dixwest hebûna kurdan îspat bike, lê ya niha jî dixwaze bûyerên wekî Roboskî, bodrûmên Cizîrê, cenazeyê dayika Taybet, mirin û komkujiyan îspat bike.  Pirtûka duyemîn a helbestan a helbestvan Elîxan Loran “Dînozor” ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat weşandin. Loran piştî pirtûka xwe ya ewil “Defter”ê ku di sala 2012’an de ji aliyê heman weşanxaneyê ve hatibû çapkirin, 5 sal şûnde berhemeke cihêtir li helbesta kurdî zêde kir. Me bi helbestvan Loran re der barê pirtûka wî ya nû “Dînozor” û helbesta kurdiya kurmancî ya modern a Bakur de sohbet kir.    Em ê destpêkê hinekî li ser helbesta kurdiya kurmancî ya modern a Bakur sohbet bikin û paşê kêliyekê jî li ser pirtûka te ya nû “Dînozorê”. Dema mirov 17 salên dawî, yanî ji 2000’î û vir ve li helbesta kurmancî dinere, tabloyeke çawa xwe dide der? Heke mirov vê helbestê teswîr bike, tu yê çawa teswîr bikî?   Dema mirov ji salên 2000’î û vir ve, ji demeke nêz ve wisa lê binere, divê meriv li beriya wê jî binere. Niha ew helbesta ku em jê re dibêjin modern û em lê dinerin, bi awayê matematîkî, wek hejmarî nimûneyên wê yên pêşîn di salên 2000’î wan de derdikevin. Mînak; “Janya”ya Rênas Jiyan, “Ev Çiya Rûspî Ne” ya Arjen Arî, “Dîmenên Derizî” ya Îrfan Amîda û hwd. Beriya 2000’î helbesta kurdî ya kurmancî ya modern tenê di nav kovaran de bû. Lê piştî 2000’î vir ve êdî mirov dikare bêje ket nav pirtûkan, wek pirtûkekê wek dosyeyekê derket pêş. Dema mirov lê dinere, yanî yên beriya wê, yên salên 80’yî, 90’î piçekî a rast ne piçekî têra xwe sloganîk e jî. Helbesta 80’yî, 90’î ya di kovaran de li gor konjuktura wê demê wisa bû. Gotinek hebû digot "Desthilatdarî li kuderê pêl te bike, ew der dibe nasnameya te." Ya beriya 2000’î hinekî wisa ye. Lê ya piştî 2000’î êdî digihêje asteke polîtîktir.   Tesîra vê yekê di helbestê de bi çi rengî xwe dide der?    Mesela piştî 2000’î û vir ve şaredarî ketin destê kurda (erê niha qeyûman ew desteser kirine jî…). Bi awayekî polîtîk hinek tişt hatibûn bidestxistin. Dema hin tiştên polîtîk bi dest bikevin helbest jî piçekî li gorî wê demê peywira xwe dadigire, ji ber ku li gorî min divê helbest polîtîk be û ez gotina xwe ji ser vî tiştî dibêjim. Li Bakur piştî salên 2000’î êdî saziyên kurdan, şaredariyên kurdan, festîvalên edebî, muzîkî, çandî û hunerî çê bûn û ev bû ku êdî helbest wê vegotina helbestî ya salên 90’î piçekî xwe îspat dike û êdî ji 2000’î vir de mirov dibîne ku êdî berê xwe dide tiştekî wek kitekitan. Yanî ji tabloyekê zêdetir êdî berê xwe dide tiştekî biçûktir, beşeke tabloyekê. Bêtir vegotina xwe, mijara xwe li ser wî tiştî saz dike. Lê îro roj dema em bi awayekî şênber û pratîk li îroj dinihêrin, tê dîtin ku bertekeke tund a helbestê xwe ava dike. Ji ber ku di salên 1990’î de helbestê dixwest hebûna kurdan îspat bike lê niha jî bi bûyerên wekî Roboskî, bodrûmên Cizîrê, cenazeyê dayika Taybet em dixwazin mirî û kuştiyên xwe îspat bikin.   Lê gelek caran tê gotin û nîqaşkirin ku helbesta kurdî ya modern rol û rista xwe bi cih nayîne û xitimiye. Tu vê yekê çawa dinirxînî?    Ez bi vê tespîtê kêfxweş dibim.    Çima?   Eger tiştek xitimîbe, nexwe ew ê bi awayekî xwezayî tiştek wî tiştî ji ber xwe rake û ew ê rojekê bipijiqe jî. An jî em ê hemû di binê wê xitimînê de bimînin. Dawiya dawîn herdu jî çareserî ne.   Yanî tu dibe xitimandin baş e?   Eger helbesta kurdî ya modern xitimîbe, ew ê veguhere hêzeke potansiyel. Çimkî cihoka ku hêdî hêdî biherike wê nebe golek. Lê dema ku pêşiya wê cihokê were girtin, wê ew av bigewime, veguhere hêwirekê.   Erê. Mesela cihokek heta ku hêdî hêdî biçe, wê ew cihok nebe golek, ew ê nebe birkek, nebe tiştek. Ew ê tenê wek nanoziko biherike. Lê dema ku pêşiya wê cihokê were girtin, wê ew av bigewime, veguhere hêwirekê. Yanî hêzeke wê ya potansiyel çê dibe. Ev bi awayekî xwezayî jî bi vî awayî derdikeve. Wexta ku tiştek were xitimandin piştî demeke kurt êdî ew tişt diteqe. Wek xulase nabêjim xitimiye, lê dikarim bêjim ku, helbesta 90’î û 2000’î ji hev cihêtir in. Ew tişt hê diherike.   Ya 2000’î cihoka xwe dîtiye yan na?   Li gor min cihoka xwe dîtiye, lê meseleya famkirina qonaxan ji ber ku em hîna di nav wê de ne em hê baş fêm nakin ka tiştekî çawa ye. Yanî hîn tam dawerivandinek xwe nedaye der, lê wê çê bibe. Çimkî ew pêvajo hîna didome. Belkî çend sal şûnde, piştî demeke din em bikaribin bi vî wextî binirxînin.    Pekî dema mirov bi giştî li helbesta kurmancî ya ji 2000’î û vir ve binere, hêlên wê yên kulek û çolaq çi ne? Tespîta te, rexneyên te ji bo vê hêla helbestê çi ne?   Ez qala hin tiştên giştî bikim. Di helbesta ji 2000’î û vir ve de dema mirov wek du rexneyên giştî lê binere ev tişt xwe didin der: Yek; pîrozkirina êşê, ji ber ku ev pîrozkirina êşê wê peyvê nebe cihekî din. Berovajî vê, wê bêtir arabesktî bike. Mesela, wexta însan êşê dikişîne peyvên wan hindiktir dibin. Yanî hêrsa wan gelekî zêde ye, lê peyvên wan hindiktir dibin, vegotin hindiktir dibe. Tenê di nav qalibî de çê dibe. Yanî dema mirov êşê, evînê, şikenandinê zêde zêde pîroz bike peyv û vegotin hindiktir dibe. Erê ji bo vegotinê bertekek baş heye, lê di encamê de ew wekî ku mirov destê xwe girêbide û piştî çend mehan êdî tu nikaribî bigihê wê qaweta xwe.    Ya dinê jî; wexta em serî li peyvê digerînin em dibên qey tiştekî wisa modern çê dibe. Bandora vî tiştî li ser min jî heye, dibe ku min jî kiribe. Ji ber ku helbest dawiya dawî wek bertekekê, wek reaksiyonekê derdikeve. Wexta ku zimanê te, peyva te, çanda te hatibe qedexekirin tu dixwazî bi vegotineke tîrtir, tiştekî mîtosî çê bikî. Ev li ba me hemûyan heye. Yanî carinan zêde zêde peyv li ser peyvê tê jidandin. Ev wek derûniya helbestkariya me ya giştî ye, li ba me hemûyan heye. Ji ber ku peyvên me li me hatine qedexekirin, em jî bi wê heyfhilanîna xwe, dixwazin bi peyvên zêde wisa ravekên dirêj çê bikin. Ez li ser navê xwe bêjim, êdî li tiştekî sadetir digerim. Yanî ne hewce ye em di hevokekê de pênc peyvan li hevdu girêbidin.    Di helbesta kurmancî ya berê de em dibînin ku piraniya helbest û helbestakar di helbesta xwe de qewimînên serdema xwe ji xwe re dikin mijar. Yanî helbest û helbestkar şahidiya serdema xwe dikin. Ya niha jî vê yekê ji xwe re dike bar?     Tiştê ku berê di 10 salan de di şer de pêk dihat, li vir di 10 mehan de pêk hat. Gelek caran peyv, huner di vê serdemê de nagihîje leza serdema xwe. Huner deh mijaran bike mijara xwe, 11 mijar vala dimînin.    Di wan salan de, mînak ên 30’yî 40’î, 50’î de tenê şerek hebû, tenê cihek hebû. Lê niha, serdema me ya niha dem zû diherike. Yanî li Kurdistanê, li her çar parçeyan dem gelekî zû diherike. Dema behsa serdemê dibe şair tenê ne qala gundê xwe û navçeya xwe û perçeyê xwe dike. Li perçeyekî din serhildanek hebûya, qewimînek çê bûbûya şair dixwest wê jî bibêje. Lê di serdema me de ji ber ku dem zû diherike em bixwe nagihêjin ku kîjan kuçên wê serdemê bigirin. Mesela di serdema me de bûyera herî nêzîk hem bi berxwedana xwe hem jî bi êşa ku bi me da jiyîn mesela Kobaniyê bû. Çawa ku di vê meseleyê de em hemû kurd hatin ba hev, me xaniyê dawîn jî yek bi yek dihejmart; ev kuçe çû, ev kolan çû…Tiştê ku berê di 10 salan de di şer de pêk dihat, li vir di 10 mehan de pêk hat. Gelek caran peyv, huner di vê serdemê de nagihîje leza serdema xwe. Huner deh mijaran bike mijara xwe, 11 mijar vala dimînin.    Bi qasî ku tu helbesta kurdî dişopînî hêviyek çawa dide? Raxbetek ji bo helbestê heye?    Li gorî min ev raxbet kêm bûye. Belkî karibim çend sedeman nîşan bidim lê ji ber ku ez hê dinivîsim ez ê nikarim fêm bikim çima raxbet kêm bûye. Lê bi giştî dikarim bibêjim ku ev hinekî bi serdemê ve girêdayiye. Îro roj xweşikî mirov êdî naçin li fîlmekî temaşe nakin, tenê vîdeoyekî temaşe dikin, wê heza wan têr dike. Êdî mirov naçin pirtûkekê naxwînin. Înternetê vedikin, ji xwe re aforîzmayekê dixwînin. Îjar wexta wisa be êdî mirov, kes helbestê naxwîne. Mebesta hunerê ew e ku xwe bigihîne mirovan, lê îro roj ji bo tu xwe bigihînî mirovan gelek riyên cihê hene; medyaya civakî, blog, malper… Dema tiştekî dinivîse direkt digihêje bîneran, xwendevanan. Dema wisa be wek ku mirov rahêle pirtûkeke helbestê û ji serî heta binî bixwîne, serê xwe pê biêşîne, ev tişt bivê nevê kêm dibe. Tenê kesên dildarê vî tiştî dixwazin tiştekî wisa bikin.    Em hinekî qala te û helbesta te bikin. Ji bo te helbest çi tiştî îfade dike? Tu wek hestê li helbestê dinerî an?   Ji bo min helbest, ji hestê wêdetir wek fikrekê ye. Beriya her tiştî wek fikrekê tê ba min. Ew fikra wê, ew navê wê gelek tiştan bi min dide nivîsandin. Ew fikr dibe peyvek be jî, ev ji bo min dibe havên. Êdî li ser wî havênî gotina xwe kûrtir dikim. Mesela peyva “Dînozor”ê ev pirtûk bi min da nivîsandin. Di pirtûka min “Defter”ê de “jihevketinên Baro”; ev nav helbest bi min da nivîsandin.    Pekî tu di atmosfer û nêvengeke çawa de dinivîsî?   Dema ez dinivîsim dixwazim her tiştî ji bîr bikim. Dema dinivîsm nayê bîra min min li ber muzîkekê nivîsandibe. Çimkî naxwazim di wê pêvajoya nivîsandinê de wek bandora muzîkekê, sewtek jî tê de hebe. Dema dinivîsim naxwazim tu berhemên din; sinema, wêje, huner… bînim bîra xwe. Heta dema dinivîsim wê kêliyê dixwazim ew tiştên ku heta niha min nivîsandine wan jî ji bîr bikim. Dixwazim her tiştî ji ser xwe bavêjim. Wê çaxê belkî karibim gotina xwe bêjim. Wê gotina min biqîmet be, bê qîmet be ew tiştekî din e. Ji bo mirov xwe bigihîne kakilê xemgîniyê, bextewariyê, aramiyê, heqîqetê divê mirov her tiştî ji bîr bike.    Pirtûka te ya duyem “Dînozor” derket. Ji bo helbestê navekî balkêş e. Lê belê dema mirov çav li kitêbê digerîne, leqayî helbesteke bi navê “Dînozor” nayê. Çima “Dînozor”?   Wexta min digot “dinozor” bingeha dînozorbûnê bi rastî jî mirov e. Mirovekî ku heta ji min hat min xwest hemû nasnameyên wî winda bikim. Mesela mirovekî reşik e? Ne diyar e. Kurd e? Nediyar e. Min xwest tiştekî gerdûnî binivîsim. Lê belê tu bivê nevê kodên wê yên kurdbûnê jî têra xwe têde hene.   Her berhem an helbesta ku tê nivîsandin, bivê nevê refleksek li hemû berhemên pêşiya xwe ye. Rol û mîsyoneke wê ya wisa heye. Ji ber ku tişta tu yê niha binivîsî bihatana nivîsandin, bihata gotin te yê nenivîsandana. Meseleya “Dînozor”ê jî piçekî tiştekî wisa ye. Wexta min digot “dinozor” bingeha dînozorbûnê bi rastî jî mirov e. Mirovekî ku heta ji min hat min xwest hemû nasnameyên wî winda bikim. Mesela mirovekî reşik e? Ne diyar e. Kurd e? Nediyar e. Min xwest tiştekî gerdûnî binivîsim. Lê belê tu bivê nevê kodên wê yên kurdbûnê jî têra xwe têde hene. Ew tiştên di “Dînozor”ê de dikarin bên serê her kesî; çi kurd, çi ereb, çi çînî, çi îspanyol, emrê wî çi dibe bila bibe... Min xwe piçekî li wî tiştê giştî û gelemperî ceriband.   Di “Defter” de jî û di “Dînozor”ê de jî mirov leqayî pênaseyan tê. Mînak; “Dil Qabilê dil e….Li ber depa temen toza kilspiyên heliyayî li ser bîranînan çîkkirineke fisgenî ye…” Her wiha tu hin unsûrên helbestên xwe bi lîteratura zimanzaniyê vedibêjî. Çima?   Ew pênase, ne nivişteke ku heta dawiya emrê mirov ew tişt dewam bike. Mînak me gotiye “Dil Qabilê dil e.” Ev “dil” di konsepta wê helbestê de yan jî di konsepta wê atmosferê de “Dil Qabilê dil e.” Dema mirov digihîje rastiyekê û rastî carinan ji nişkave derdikeve, belkî ew tişt be jî.  Ya din ez meseleyê bînim ser lîteratura gramerê. Navê min Elîxan e, lê ji dêvila navê xwe ez dikarim bibêjim ez. Tu dikarî ji min re bibêjî tu, navê vî tiştî cînavk e. Dixwazim vê bibêjim di gramerê de cînavk çi be, helbest jî cînavka hemû xewn, xeyal, jiyan û bûyeran e. An jî mesela di kurdî de lêkerên dema niha û ya fireh bi heman awayî tên kişandin. Bi vê re jî ev tişt derdikeve holê, “her dem dibe a niha, a niha dibe her dem.” Ez kêm caran dikevim nav heyecana fêmkirina tiştên wisa, lê ev herdu tişt heyecaneke gelekî mezin didin min.    Berî em dawî li sohbetê bînin, di “Dînozor”ê de tiştekî ku bala min dikişîne heye û dixwazim wê bibersivînî. Wek stîleke gelêrî ya dengbêjî û govendê tu dawiya helbestekê bi dikî helbesteke din; bo nimûne; di helbesta bi navê “Hilm”ê de tu dibêjî; “…Hilm , vekişîna gotinê/Ji peymana îskeîskan û vir ve…” û tu helbesta din bi “Îskeîskê” didî destpêkirin. An jî mirov bi awayekî dîtir dikare bibêje “potborî.” Bi vê yekê tu dixwazî çi bêjî, bikî?   Min heta çend helbestan wisa kir, lê piştî demekê ev yek bi min wek sînordariyekê hat û min di helbestên din de xwest ji dêvla peyvê, têma hevdu temam bikin. Yanî bêyî ku hemû tişt awayê wan, formên wan bişibin hevdu bila têmayên wan hevdu temam bikin.     MA/Rêdûr Dîjle