Serê Keleha Hezo ya hezar û 500 sal bi mermeran girtin 2017-12-18 09:10:56 ÊLIH - Keleha Hezo ya hezar û 500 sal ji ber ku nehat restorekirin bi rûxandinê re rû bi rû ye. Qeyûmê Hezo yê AKP’î di bin navê “Sererastkirina derdorê” de ji ber xebatên xezaya Kelehê zirar dît, bi mermeran ser girt. Keleha Hezo ya hezar û 500 sal a li Taxa Kale ya navçeya Hezo ya Êlihê, berî mîlatêdê di sala 416’an de ji aliye Xanedana Persan ve li ser zinarekê hat avakirin. Keleha dikeve navbera Heskîf, Sêrt û Farqînê, malovanî ji gelek şaristaniyan re kir.    MERMERÊN NE LI GORÎ TEVNA DÎROKÎ   Keleha heya roja îro li ser piyan mayî, ji ber ku nehat restore kirin niha terkî qedera wê hatiye kirin. Qeyûmê AKP’ê yê Hezoyê, di çarçoveya “Projeya sererast kirina dedor û ronî kirina Keleha Hezoyê” de xebata ku di meha Nîsanê de dayî dest pêkirin, bû sedem ku xezaya Kelehê zirar bibîne û serê kelehê bi mermeran girt û kir cihê rûniştinê.    DERZ LÊ KETIN     Ji ber dîwarê li ser Kelehê hat avarin, bu sedem ku derz li kelehê bikevin û xeteriya ku birûxe çêbû. Hat diyar kirin ji bo “Sererast kirinê” Waliyê Êlihê, Îdareya Taybet a Bajêr û Midûrê Çandê yê Bajêr, 500 hezar TL pare dane. Li gel vê yekê jî xezaya keleha dîrokî zirar dît û li gorî binyada wê nehat restore kirin. Hat zanîn ku dibine kelehê de gelek şikeftên dîrokî hene. Li şûna xwe bi restoreyek guncaw hemû şikeftan derbixin holê, li ser wan girtin. Dîsan keleh bi têlan dorpêç kirin û şibandine girtîgehê.