Di xerabeyên Heranê de serşokek Eyubiyan hat dîtin 2017-12-22 14:02:55   RIHA – Li Heranê di xebata erdkolandinê de serşokek aidî Eyyubiyan a 900 salî hat dîtin.    Li navçeya Heranê ya Rihayê di erdkolana Xanxerabeyên Heranê de serşokek 900 salî hat dîtin. Şûngeha Xerabeyên Heranê Beriya Zayînê (B.Z.) ji salên 6000’an heta roja me ya îro bênavber wargehek rûniştinê ye û paytextiyê ji asurî û emeviyan re kiriye. Di erdkolandina li vir de serşokek serê wê qube ya aîdî Eyyubiyan hat dîtin.