Cejna Şebîl Qasim: Hêzê bide yên me azad dike 2017-09-29 12:26:28 ŞENGAL - Gelê Êzidî her sal di hefteya dawîya îlonê de roja Pêncşem û Înê Cejna Şebil Qasim pîroz dikin. Gelê Êzîdî piştî êrîşa DAÎŞ'ê ku ketin nava êşên giran duayên “Xwedê tu aramiyê bide Êzîdî û hemû cîhanê. Me ji ruhê xerab ê li ser vê axê biparêze. Hêzê bide yên me azad dike."  Yek ji cejnên pîroz ên Gelê Êzîdî, Cejna Şebil Qasim (Cejna Mirazan) e. Gelê Êzidî her sal di hefteya dawîya îlonê de roja Pêncşem û Înê Cejna Şebil Qasim pîroz dikin. Gelê Êzîdî yên di demsala payizê de vê cejnê pîroz dikin, di nava 25 cejnên Êzîdiyan de yek ji cejnên wan e. Êzîdî cejnê li lûtkeya Çiyayê Şengalê li ser Qubeya Şebil Qasim pîroz dikin.    Qubeya Şebîl Qasim ku dora pê bi gorê hatiye pêçan, di Cejna Mirazan de ji 7 salî heta 70 salî hemû gelê êzîdî li dora vê qubê kom bide û cejnê pîroz dikin. Di vê cejnê de yên dixwazin bizewicin tên li vir daxwazên xwe tinin ziman. Mirazê xwe dikin. Dua dikin û dixwazin mirazê wan bê qebûl kirin. Hemû dixwazin aramî li hemû cîhanê serdest be. Zarok jî li vê qada dibe wekî mihrîcanê bi pêlîstokên xwe dilîzin.    Kesê mucevîr ku sal 12 meh kubeyê diparêze û xizmeta qubeyê dike, di nava Qubeyê de rûdinê û ji êzîdiyên ku dên hundirê qubeyê qumaşê kesk, sor, zer û rengên din maç dikin û dua dikin dixwaze ku çi ji dilê wan tê diyarî Şêx Başok bikin. Li gorî baweriya Êzidîyan, kesê mucevir bi wan pereyan piştî pêdiviyên xwe temîn dike, bi pereyên din jî xizmeta qubeyê dike. 8 kesên ku li vir parsekiyê dikin jî destê xwe dirêj dikin û alîkariyê dixwazin. Êzîdiyên tên vir hem ji bo xwe û hem jî ji bo kesên xizan dua dikin û dixwazin her ke di nava hebûn û aramiyê de bijîn.    Kesên tên li vir cejnê pîroz dikin û dua dikin li gel xwe fekî, xwarin û vexwarinê tînin. Dîsa standên pêlîstok û standên vexwarinên sar tên avakirin. Bi taybetî ciwanên êzîdî bi cilên xwe yên herî xweşik tên li vir Cejna Miraz piroz dikin û dixwazin qismetê wan vebe.    Malbatên  ku tên li vir Cejna Şebil Qasim pîroz dikin konên xwe yên reş vedikin û qurbanê didin. Li vir îbadet dikin û dua dikin. Cejna êzîdîyan piştî êrîşa DAİŞ'ê wekî salên berê bi coş û kelecan derbas nabe. Bêtir bi xemgînî û di nava êşê de derbas dibe. Ji ber vê yekê êzîdiyên tên li vir cejnê pîroz dikin herî zêde duayên aramiya êzîdîyan dikin. Ji ber ku hêz bi hezaran êzîdî di destê DAIŞ'ê dene dixwazin êzîdiyên dîl hatine girtin azad bibin û duayên wekî “Xwedê tu aramiyê bide Êzîdî û hemû cîhanê. Me ji ruhê xerab ê li ser vê axê biparêze. Hêzê bide yên me azad dike." dikin.    Pîrê Êzidî Pîr Kemal Çolî, diyar kir ku berî êrîşa DAÎŞ'ê her sal êzîdiyan bi def û zurmeyan ev cejn pîroz dikir û wiha got: "Berê bi def û zurneyan dihat pîrozkirin. Tevlêbûnek pir mezin hebû. Hemû êzîdî dihatin vê cejnê. Lê niha wekî berê coş, kelecan û tevlêbûn tune ye. DAİŞ'ê di dilê me de êşek mezin ava kir. Jin, zarok, ciwan û pîrên me qetil kirin. Bi sedan şehîdên me hene. Em li vir duha dikin ku ewrên reş û tarî belav bibin."    4 XWIŞK HATIN CEJNÊ LÊ YA HERÎ MEZIN DI DESTÊ DAîŞ’Ê DE YE   Malbata Sinûnêli Êzdo di 4 sîtilên mezin de riz û goşt kelandiye û li gel belav dike. Ji malbata Ezdo ku 5 xwişk in, ya 46 sali Meyan Êzdo behsa çîroka xwe kir û wiha got: “Beriya fermanê ev cejn pir xweş bû. Em bi roj heta şev kom dibûn û me govend digirt. Bi def û zurneyan ev cejn dihat pîrozkirin. Em niha pir xemgîn in. Niha xwişka min a herî mezin Sebrê (53) tevî keça xwe Ezîma û kurê wê Nişwan û hevserê wê di destê DAIŞ'ê dene. 3 zarokên wê jî niha li gel me ne. Xwişka min hevserê wê û 2 zarokên wê li Gundê Kora Evdo dîl hatin girtin. Agahî ji mere hatin ku li Reqqa ne. Niha xwarina ku me li kon çêkiriye em li gel belavdikin. Em dixwazin ev şerê bi ser me de hatiye bi dawî bibe. Em dixwazin jin û zarokên me ji destê DAÎŞ’ê azad bibin. Em dixwazin xwedê hêzê bide kesên me ji destê wan xelas bike."    Xorto Hemrê Minnet yê 75 salî û çavê wî nabîne jî li ser Qubeyê tevî hevsera xwe Kurtê Usif Minnet Cejnê pîroz dikin. Xorto Hemrê Minnet jî ji aliyê DAİŞ’ê ve dîl hat girtin û piştî 8 meh û 15 rojan di destê DAIŞ'ê de ma hat azadkirin.     MA / Selami Aslan