'Divê her kes komkujiya Roboskê ji dil ve hîs bike' 2017-12-27 14:16:34 WAN - Belgefîlmê bi navê "Bîra Min Têtin" a komkujiya Roboskê bi bîr dixe, di 5'emîn Mîhrîcana Fîlman a Babelê de Xelata Taybet a Jurî ya Taybet wergirt. Alîkarê derhênerê Belgerfîlmê Adar Baran Deger got ku kesên belgefîlmê temaşe bike, divê ji dil ve komujiyê hîs bike.  Li gundê Roboskê ya Qilebana Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên artêşa tirk êrîşek pêk anîbû û 19 jê zarok 34 welatî qetilkiribûn. 6 sal bi ser komkujiyê re derbas. Piştî komkujiyê derhêner Selîm Yildiz û hevalên wî yên pêre, li Roboskê man û jiyana li gund kişandin. Di vê pêvajoyê de qeydên xwe di bin navê belgefîlmê "Bîra Min Têtin" (Hatirliyorum) de berhev kirin. Belgefîlin di 12'ê Kanûnê de li 5'emîn Mîhrîcana Fîlman a Babelê ya li Girava Sardinyayê ya herêma Cagliariya Îtalyayê derket pêşberî temaşevanan û Xelata Taybet a Juriyê wergirt.   'ROBOSKÊ ÊŞA HERÎ MEZIN BÛ'   Alîkarê derhênerê belgefîlmê Adar Baran Deger, têkiliya xwe ya bi belgefîlmê re, atolyeye û pêşangeha wêneyan a derhêner Selîm Yildiz li Roboskê bi zarokan re çawa dest pêkiriye vegot. Deger aşkera kir ku di pêvajoya kişandina belgefîlmê de, wî ji tiştên li Roboskê qewimî re şahidî kiriye û wiha axivî: "Me di jiyana xwe de gelek komujî dîtin û me şahidî kir. Nivşên beriya me gelek komkujî dîtin. Dibe ku cihê me got 'qediya', komkujiyên nû derketin holê. Roboskê ji vana ya herî mezin e."   ‘YÊN TEMAŞE BIKIN DÊ BIZANIBIN KU KOMKUJÎ YE’   Deger li ser zehmetiya badekên belgefîlmê jî rawestiya û wiha pê de çû: "Ji bo tiştên li Roboskê qewimî ne û mêjî bê nûkirin, me ji hêlekî ve aliyê wê yê trajîk da nîşan, ji hêlekê ve jî em ji cîhana xwe derketin û me badekek rêst. Divê ev xebat bê wê astê ku tu bi hin kesan bidî temaşekirin. Lê divê em ji xwe re bes qala xwe bikin. Li wir komkujiyek heye. Divê li ku dera cîhanê bê temaşekirin, ew civak bizanibe ku li wir komkujiyek heye, hîs bike ku li Roboskê komkujiyek heye."   ‘KU ÎTALYAYÊ XELAT DAN, LI TIRKIYEYÊ SANSUR’   Deger aşkera kir ku di dema ku komkujî gelekî ji rêzê tê dîtin de, wan xwestiye Roboskê bi her kesî bidin nasîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema me badeka komkujiya Roboskê çê dikir, komkujiya Enqereyê pêk hat. Belgefîlim li Tirkiyeyê sansur kirin, li Îtalyayê xelat girt." Deger aşkera kir ku ew ê tu carî komkujiya li Roboskê û komkujiyên li Tirkiyeyê nedin ji bîrkirin.