Serpêhatiyên dayika ji komkujiya Zîlan rizgar bû kir kilam

img

WAN – Dengbêj Salih Ûltar ê her dem bi sitranan qala Komkujiya Geliyê Zîlan dike, niha jî çîrok û serpêhatiya dayika xwe ya ji komkujiya Zîlanê rizgar bû kirin kilam. 

Salîh Ûltarê (70) ku di dema Komkujiya Geliyê Zîlanê de gelek ferdên malbata xwe winda kir, tim stranên der barê komkujiyê de dibêje. Lê belê vê carê Ûltar kilameke din li van kilamên xwe zêde kir. Ûltar di vê kilama xwe ya nû de behsa tiştên ku dayika wî ya ku dema komkujiyê biçûk bû di bin cenazeyan de mabû û xelas bûbû bi wan re rû bi rû mane vedibêje. Tûtar bi lêv kir ku ji bo dawî li komkujiyan bê divê kurd bibin yek û ev tişt gotin: “Sedema van komkujiyan ji ber nebûna yekîtiyê ye. Êdî dem dema yekîtiyê ye.”
 
JI BER DENGBÊJIYA XWE HAT GIRTIN 
 
Ûltar diyar kir ku ji ber kilam gotinê di sala 1990’î de hatiye girtin û 10 mehan di Girtîgeha Mûşê de maye û ev tişt gotin: “Ez kurd im, kurd hene, malbata min kurd e. Paşê hîn bûm ku ez kurd im. Niha cîhan me nas dike. Lê em li Tirkiyeyê wek koleyan dijîn. Di salên 1990’î de min dengbêjîtî dikir. Ji ber vê hatim binçavkirin û paşê hatim girtin. Dema di girtîgehê de bûm, ji gundê xwe yê li Zîlanê hatim koçberkirin û li Taxa Çelebîbag a Erdîşê bi cih bûm. Wê demê zilm û zoriyên mezin dihatin serê kurda û min bi kilaman avêt ser vê zilmê.” 
 
‘JI BER KOKÊN DARAN HESTÎ DERTÊN’ 
 
Ûltar got ku wî di Komkujiya Geliyê Zîlanê de gelek xizmên xwe winda kiriye û ev tişt gotin: “Çi qas kurd hebûn, çi qas eşîr hebûn kom kirin. Mirov avêtin ser hevdu û dikuştin. Zarok û jinên ducanî qetil kirin. Min kilamên li ser wê komkujiyê gotin. Min jî bi kilamên li ser Geliyê Zîlanê dengbêjî kir. Lê dema min ev digotin li xweşa dewletê nediçû. Li wir çi qewimî bin divê em di kilaman de bêjin. Heke em vana bibêjin dê zarokên me jî hay ji van qewimînan çê bibin. Niha jî dema hûn diçin Zîlanê ji ber kokên daran hestî dertên. Diya min di dema komkujiya Zîlanê de di bin cenazeyan de ma û wisa filitî. Di wê komkujiyê de apê min, xalê min, xaltiya min, kalê min, pîra min hemû hatin kuştin. Ma evqas êş hebin em ê çawa nebêjin?”
 
‘ME GELEK KOMKUJÎ DÎTIN’ 
 
Ûltar bi lêv kir ku di dîrokê de kurd bi gelek komkujiyan re rû bi rû mane û wiha domand: “Li hemberî me evqas komkujî pêk tên, lê belê hîn jî kurd bi hev dikevin. Di dîrokê de kurd bi gelek komkujiyan re rû bi rû man. Lê belê kuştinên wan ên li hember hev jî didomin. Li cihekî ku evqas komkujî lê hene ji bo çi kurd nabin yek?” 
 
‘OCALAN KURD BI CÎHANÊ DAN NASÎN’ 
 
Ûltar anî ziman ku li Tirkiyeyê her diçe bîrbiriya “kurd dabeşker in” berbelavtir dibe û ev tişt gotin: “Me li Tirkiyeyê tu carî dabeşkerî nekiriye. Bavê min 4 salan bêyî destûrê bi kar bîne leşkerî kiriye. Em ê çawa bibin dabeşker? Lê belê dewletê gelek caran em kuştine û sozên ku dane qet bi cih neanîne. Abdûllah Ocalan kurd bi cîhanê dan naskirin, lê belê hîn jî kurd hevdu nas nakin. Navê vê xakê Kurdistan e. Bigirin jî, bikujin jî em ê dev ji gotinên xwe bernedin. Û em ê tu carî li ber zilmê serî netewînin.” 
 
MA / Ugur Atabay