Hunereke alternatîf: Mala Çandê ya Seruvenê

img

MÊRSÎN – Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê, li dijî dejenerekirina çandê, ji bo jiyan û hunereke alternatîf Mala Çandê ya Seruvenê ava kirin û her kesî vedixwînin vê malê. 

Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê ji bo rê li ber dejenerekirin û bişavtina çandê bigirin Mala Çandê ya Seruvenê ava kirin. Mala çandê li Taxa Pozcu ya navçeya Yenîşehîrê ye û xwendekar li dijî çand û hunera tê metalkirin bi atolyeyên hunerî yên alternatif tev digerin. Şîlan Surmeli dest nîşan kir ku ev nêzî sê salan e ku li Mala Çandê ya Seruvenê ew atolyeyên drama, tembûr, gitar, şano û hwd. vedikin û wan li dijî pergala perwerdehiyê ya hatiye dejenerekirin dest bi xebatên perwerdehiya alternatîf kiriye. 
 
Surmeli, diyar kir ku ji bo ew ji bo vê cihana ku her diçe dejenere dibe û qirêjî dibe bibin hêvî ew hewl didin çand û hunereke alternatîf biafirînin û dema wan dest bi xebatên atolyeye kiriye wan xwestiye ji ciwanan re bibêjin ku cîhaneke din pêkan e. Surmeli wiha got: “Me bi dirûşmeya ‘Heke cîhaneke din pêkan be, em ê wê çawa pêk bînin?’ mala çandê vekir. Ji bo xwendekarên lîse û zanîngehê perwerdehî belaş in. Em hemû zarokên malbatên xizan in û dema em bixwazin hînî enstrumanekê bibin gelek dever doza pereyan dikin. Lê ev der li dijî piyaseya sermayeyî cihekî alternatîf e.” 
 
Surmeli, da zanîn ku mamosteyên ku li atolyeyê dersê didin mamsoteyên dildar in û deriyên wan ji bo her kesî vekiriye. Surmeli anî ziman ku li mala çandê ji bilî atlolyeyên hunerê atolyeyên nîqaşê jî hene û li van atlolyeyan jî pêvajoyên ku welat bi wan re rû bi rû ye tên nîqaşkirin. 
 
Endamê Mala Çandê ya Seruvenê Zulfu Aşan jî, anî ziman ku li mala çandê her kes ji xwe re nêvengekê diafirîne û deriyê wan ji bo mirovên ku cihekî ji xwe re peyda nakin vekiriye û wiha got: “Ji ber ku her kes xwe tê de dibine me navê Seruvenê lê kir. Her kes dikare li vir piştevanî û tiştên aîdî xwe bibîne.”