Hikumeta AKP'ê strana ‘Nêçîra Roviyan’ qedexe kir

img

AMED – Klîba strana “Nêçîra Roviyan” a hunermend Sefqan Orkeş ku li ser berxewdana Efrînê çêkir, ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve li tevahiya Tirkiyeyê hat astengkirin. 

Li ser êrîşên Êfrînê yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) gelek hunermendên kurd stran û helbest gotin û nivîsandin. Yek ji van strana ku klîba wê hatiye çêkirin jî strana bi navê “Nêçîra Roviyan” a ji aliyê hunermend Sefqan Orkeş ve hatiye çêkirin e. Hunermend Orkeş, di rojên êrîşên li ser Efrînê dest pê kirin de vê klîba balê dikişîne ser berxwedana Efrînê amade kir. 
 
Di rojên dawî de di li tevahiya meş û mitîngên li bajarên Bakurê Sûriyeyê (Rojava) û Ewropa ji bo Efrînê tên li darxistin tê guhdarkirin. Klîba bi riya YouTube di 23’ê çile de hat weşandin, heta niha ji aliyê 158 hezar û 700 kesî ve hatiye guhdarkirin. Klîba ku bi eleqeyek mezin ji aliyê welatiyan ve tê guhdarkirin û temaşekirin, li Tirkiyeyê hat qedexekirin. 
 
HIKUMETÊ KLÎB QEDEXE KIR 
 
Li Tirkiyeyê dema welatî dixwazin xwe bigîhînin temaşekirina klîbê ev nivîs derdikeve ser ekranê: “Ev naverok, ji aliyê hikumetê ve bi boneya gilîkirina qanûnî, li derveyî qada vî welatî tê bikaranîn.” Lê ji bilî vê nivîsê ne hatiye diyarkirin ku klîb, ji aliyê kîjan saziyê ve û bi çi hincetê hatiye astengkirin. 
 
Klîba “Nêçîra Roviyan” li ser vê navnîşana “https://www.youtube.com/watch?v=DcX5-m2Uwh0” a YouTube dihat temaşekirin. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî gelek klîbên hunermendên kurd ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn astenkirin. 
 
Gotinên strana “Nêçîra Roviyan” wiha ye: 
 
“Me zanîbû roviyan berê xwe dan baxê me
Dizên şaxê zeytûnan ketin xefika şervanên me
 
Me zanîbû rovîna berê xwe dan baxê me
Dizên şaxê zeytûnan ketin xefik û dahfên me
 
Lêxin şêrên me lêxin hîna tişt nedîn hîna
Bajar tev de Efrînin de bijî şêrên Efrînan
 
Tine tank û topên we li ber vîna dilê me
Rovî hatin Efrînê bi xwe ketin dahfên me
 
Tine tank û topên we li ber vîna dilê me
Rovî hatin Efrînê bi xwe ketin xefikên me
 
Lêxin şêrên me lêxin hîna tişt nedîn hîna
Bajar tev de Efrînin de bijî şêrên Efrînan
 
Efrîn gula Rojava wê bimirin tu yê bimîne
Kurd tev dikin silavan, tu her bijî Efrînê
 
Efrîn gula Rojava wê bimirin tu yê bimîne
Kurd tev dikin silavan tu her bijî Efrînê
 
Lêxin şêrên me lêxin hîna tişt nedîn hîna
Bajar tev de Efrînin de bijî şêrên Efrînan
 
Bi hezaran keçên te li ser rêya Arînê
Weke hîmên latên te diparêzin Efrînê
 
Bi hezaran kurên te li ser rêça Arînê
Weke hîmên latên te diparêzin Efrînê
 
Lêxin şêrên me lêxin hîna tişt nedîn hîna
Bajar tev de Efrînin de bijî şêrên Efrînan”