Lîstikek nû ya zarokan: ‘Gûstêrk’ derdikeve ser dikê

img

STENBOL – Lîstikvanên Teatra Jiyana Nû yên NÇM’ê ji bo zarok zimanê xwe dayikê ji bîr nekin lîstika bi navê “Gûstêrk” amade kirin. Lîstik dê di 18’ê Sibatê de li Navenda Çanda Golge ya Esenyurtê bêpere bê pêşandan.  

Lîstîkvanên Teatra Jiyana Nû ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), ji bo zarokên kurd zimanê xwe yê dayikê ji bîr nekin û bêtir girêdana wan a ziman xûrtir bibe lîstika bi navê “Gûstêrk” amade kirin. Lîstik behsa gûstêrkek nû jiyanê fêr dibe û ku şûm e rêwîtiya wê ya ber bi stêrkan ve vedibêje. 
 
Lîstik ji aliyê lîstikvana endama Teatra Jiyana Nû Yasemîn Karadag ve hat amadekirin. 
 
Karadag bi van hevokan behsa çîroka “Gûstêrk” kir: “Gelek zarok û malbat ên ji nav şer derdikevin, ji bo dixwazin jiyanek nû ava bikin hene. Bi vê re girêdayî, em leqayî gelek zarokên di vê riyê de jiyana xwe ji dest dane tên. Lîstik hinek ji vir derket. Tercîhkirina navê ‘gûstêrk’ ji ber ku gûstêrk stêrkan û stêrk jî azadiyê temsîl dikin. Gûstêrkek şûm rêwîtiya wê ya ber bi stêrkan ve gelek tiştan temsîl dike.” 
 
‘HEMIN ZAROK NIKARIN BÊN, EM Ê BIÇIN’ 
 
Karadag da zanîn ku lîstika ew ê bidin pêşandan bêpere ye û wiha got: “Zarok ji ber pirsgirêkên aborî û çûnehatê nikarin li lîstikan temaşe bikin. Hemin zarok nikarin bên temaşekirinê, wê demê me xwest em biçin cem wan. Ji ber vê sedemê em ê li hemû semt û kolanên Stenbolê bigerin û lîstikê bigîhînin wan.” 
 
Karadag li ser armanca lîstikê jî rawestiya û ev tişt got: “Armanca me ew e çanda kurdî bigîhînin hin cihan û gel pê bidin hisandin. Bi taybetî jî me xwest em ji bo zarokan hin tiştan bikin. Ya herî girîng jî ew e em bala zarokan bikişînin ser zimanê wan ên zikmakî.” 
 
Dê 4 lîstikvan bileyîzin û wê di 18’ê Sibatê de li Navenda Çanda Golge ya li Esenyurtê saet di 15.00’an de bêpere bê pêşandan.