'Sirûda Şoreşê ya Gelan' dê di kongreya HDP'ê de bê gotin

img

STENBOL - Hunermendên NÇM, BEKSAV,YÇKM û Navenda Huner û Çanda Golgeyê hatin gel hev û "Sirûda Şoreşê ya Gelan" gotin, dê care ewil di 3'yemîn Kongreya Asayî ya HDP'ê de bê xwendin.

Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Yüz Çiçek Açsın Kültür Merkezi-Navenda Çandê ya Bila Sed Kulîlk Vekin (YÇKM), Gölge Kültür Sanat Merkezi-Navenda Huner û Çandê ya Sîhê û Bilim Eğitim Estetik Kültür Sanat Araştırmaları Vakfı-Weqfa Lêkolînên Huner Çand Estetîk Perwerde û Zanyariyê (BEKSAV), dê cara ewil "Sirûda Şoreşê ya Gelan" di 11'ê Sibatê de di Kongreya Asayî ya HDP'ê de bixwînin. Stranên bi kurdî, tirkî û ermenîkî jî dê di kongreyê de bên gotin.
 
'PROJEYA ME ALÎGIRÊN HDP'Ê TEMSÎL DIKE'
 
Endamê Lijneya Rêveberiya BEKSAV'ê Kenan Agbulut da zanîn ku ew salek e li ser albumê dixebitin, album bi etîketa KOM Muzîkê di meha Adarê de derdikeve û ev tişt got: "Em bawer dikin ku albuma me bi naverok, peyama xwe re hevkarên HDP'ê temsîl bike. Ji ber wê me xwest destpêkê di kongreyê de 3 stranên di albûmê de cih digirin, ji beşdarvanan re parve bikin."
 
Hunermenda NÇM'ê Nurhak Kilagoz jî destnîşan kir ku têkoşîna ku gel li dijî desthilatdariyê didin, muzîk xwedî hêz û parastina cewherî ye.