Helbestvan Dîjle: Divê wêje û berxwedan bigihên hevdu, da bi awayekî azad bê îcrakirin

img

AMED – Helbestvan Rêdûr Dîjle gotina Schiller "Huner çi qasî ji aliyê azadiyê ve bê mijandin ewqasî mezin dibe" bi bîr xist û got: "Divê têkoşîna rûmetdar a nifşê herî berxwedêr û demokratîk ê sedsala 21'an bi awayekî herî karîgeriyî bigihê pênûs û helbestê, da ku helbest, huner li vê erdnîgariyê êdî bi awayekî azad bê îcrakirin." 

Wêje carinan jiyana kesekî/ê ji bo xwe dike mijar û carinan jî berê xwe dide bûyerên ku rê li ber dîrokê vedikin. Têkildarî pêvajoyên dîrokî û cihên wan ên di wêjeya kurdî û karîgeriya wan a li ser wêjeyê de me bi helbestvan Rêdûr Dîjle re sohbet kir. Dîjle, di vê çarçoveyê de helbestê nirxand û diyar kir ku li gel hîsiyata hundurîn a helbestvan, helbest têkoşînên hebûniyî yên jiyan û civakiyî jî ji xwe re dike derd û dide der. 
 
PIRDENGIYA LI ROJHILATA NAVÎN TÊ TUNEKIRIN 
 
Dîjle, destnîşan kir ku mirov nikare wêjeya kurdî jî derî vê weziyetê bihêle. Dîjle got pêkanînên li xaka Mezopotamyayê ku navenda pirzimanî, bawerî û şaristaniyê ye û Dîjle û Firat wê xweyî dikin jî bandorê li wêjeyê dikin. Dîjle domand: "Ev xak bi sedan sal malovaniya gelek gel, civak, ziman, dîn, rîtuel û çandên cuda kiriye. Her wiha ev erdnîgariya ku harmoniya çand, bawerî û gelan e, ji ber gelek sedeman bûye şahidiya gelek şeran û hîn jî şahidiyê dike. Îro jî dema mirov lê dinêre hêzên emperyal û netew dewlet ji bo siyasetên xwe yên şovenîst, faşîzan û muteasip şer dikin û bi vî şerî li vê xakê jiyana ku harmoniya civat, çand û baweriyane û temînata aramî û yekîtiya demokratîk in hedef digirin. Û îro mirov vê yekê wek Herba Cîhanê ya 3'yemîn bi nav dikin. Ev şerên ku bi her awayî jiyanê tehdît dikin û cinawirên mîna netew dewletan, îro dixwazin vê pirdengî û pirrengiya li Rojhilata Navîn tune bikin. Lê belê li dijî liv û tevgerên tunekirinê, li vir têkoşîna gelan a bi hêza xwe ya cewherî ku li ser esasê hebûnê û mafdariyê ye jî heye." 
 
WÊ BERXWEDAN Û WÊJE ÇAWA BIGIHÊJE HEVDU? 
 
Dîjle, destnîşan kir ku li vir pirsa ku dê berxwedana vê erdnîgariyê û milê wê yê edebî û çandî çawa bigihê hevdu derdikeve pêş. Dîjle bi lêv kir ku li vir ew tişta ku ji wêjeya kurdî an jî helbesta kurdî tê xwestin an jî çav li riya wê ne derdikeve pêş û got: "Helbet demeke dûr û dirêj e ku wêjeya kurdî bi pirsgirêkên wek statu, nasname û ziman re di nava keftûleftekê de ye. Lê li gor min, divê tevî van kêşeyan têkoşîn, berxwedan û şer jî bi awayekî karîgeriyî li van pirsgirêkên xwe yên bi wan re têdikoşe zêde bike. Wêjeyek heye, lê wisa difikirim ku bi piranî pirsgirêkeke wê ya nebûye malê civakê heye. Helbet gelek sedem û faktorên vê yekê hene. Lê di vê xalê de fikra min ew e, pirsgirêkeke herî girîng jî ew e ku edebiyat, yanî helbest di çarçoveyeke rewşenbîriyî de ku ziman û wijdanê civakê û bi nasnameyeke şoreşgeriyî nêzî meseleyê nabe, tev nagere. Yanî ne li paş, lê biyanê pêş e." 
 
Dîjle bi bîr xist ku dema mirov li cîhanê dinihêre gelek caran wêje bi têkoşîna gelan re tev geriyaye, bûye pêşengê wê û got di vî warî de gelek mînak hene. Dîjle diyar kir ku mirov dikare wek nimûne welatên Afrîkaya Bakur Tûnûs, Cezayîr, Fasê û Iraq, Filîstîn, Angola, Mozambîkê bide. 
 
CÎHAN BI HELBESTÊ LI BER XWE DA 
 
Dîjle, mînaka Cezayîrê ku dema Fransayê ew dagir kir da û got: "Mesela dema Fransayê hewl da Cezayîrê dagir bike, pêşî êrîşî zimanê erebî kir û xwest ji holê rabike. Ji bo çi? Di vî warî de heke em îqtibasekê ji Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bikin; çimkî 'Civakek çi qasî zimanê xwe yê dayikê pêş xistibe, ew tê wateya asta xwe ya jiyanê ewqasî pêş dixe. Her wiha çi qasî zimanê xwe winda kiribe û ketibe bin nîrê hegemonyayên din, tê wateya ku ewqasî hatiye dagirkirin, asîmlekirin û bi qirkirinê re rû bi rû maye. Civakên ku bi vê rastiyê re rû bi rû ne û ev yek hatibe serê wan, wê di warê feraset, ehlaq û estetîkê de jiyaneke wan a watedar tune be. Heta ku ji holê bên rakirin, wê wekî civakeke nexweş mehkûmî jiyaneke trajîk bibin.' Fransa jî ji bo Cezayîrê bike fransewî, diviya Cezayiriyan bikirina xerîbê şahdamara Cezayiriyan zimanê erebî û li şûna wê zimanê Fransî bikirana zimanê serdest. Diviya bû zemîna çandî ya ku berxwedana gelên Cezayîrê xwedî dikir bihatana tunekirin. Ji ber vê ket nav hewldanên berterefkirina nasnameya erebî, fesadiya qewmî. Berberî û ereban ji hev veqetand û li herêma ku berberî lê bûn erebî qedexe kir û berê xwe da mescîdên li gundan, enstîtuyan ku warên perwerdehî û hîndekariyê bûn. 
 
Lê belê tevî van qewimînan hemûyan jî cezayiriyan got 'Cezayîr a cezayiriyan e' û li hemberî vê dagirî û mêtinkariyê serî netewandin. Her wiha li Tûnûs û Fasê jî rewşên bi vî rengî kêm zêde xwe dan der. Bi vê yekê re helbesta Afrîkaya Bakur ji mijarên helbesta klasîk a bi salan noqî wan bûbûn û nikaribû ji nav derkeve jî xwe xelas kir û xwest bibe lingê civakê. Ev helbesta ku têkoşînê esas girt, li dijî dagirkirina Afrîkaya Bakur di rêça azadî û yekîtiyê de li dijî emperyalîzmê helwesteke girîng nîşan da û hema bêje bû çekeke ji wan çekên girîng a berxwedan û têkoşînê. Wê demê ramanwerê Fransî Paul Sartre jî li dijî dagirkirina Cezayîrê li kuçe û kolanên Parîsê belavokan belav dike. Her wiha li dijî êrîş û dagiriya Îsraîlê helbestvanên wek Mahmûd Derwêş, Nîzar Qebbanî bûn dengê berxwedana Filîstînê, civaka erebî. Di salên 1960-70'yî de li dijî dagiriya Portekîzê li welatên wek Angola, Mozambîkê jî edebiyat, helbest hewl da bibe dengê berxwedanê. Mirov dikare van mînakan zêde bike." 
 
ŞOREŞÊN KU BI PÊŞENGIYA REWŞENBÎRIYÊ PÊK HATIN 
 
Dîjle, destnîşan kir ku hema bêje zemîna fîkriyat, edebiyat û rewşenbîriyî ya hemû şoreşan heye, şoreş û berxwedan li ser vê hîmê pêk hatine û Şoreşa Fransayê, Şoreşa Cotmehê wek nimûne dan. 
 
Dîjle, bi lêv kir ku di van serketinan de bandora milê wêjeyî û rewşenbîriyî zêde heye, lê belê ji bo kurdan tersa vê rewşê têbor e ku bi berxwedanê û şoreşê re ev zemîn pêk tê. Dîjle diyar kir ku li vê xakê sedemeke girîng a derengmayîna şoreşê jî ev e. 
 
Dîjle, got di warê wêjeya kurdî de berxwedan û têkoşîna Kobaniyê ya li dijî DAIŞ'ê bûye cihê bandoreke cuda û di vê pêvajoyê de ji 7 saliyan heta 70 saliyan hema bêje tevahiya gel li gel berxwedanê cih girt û ev bandora xwe li wêjeyê jî kir. 
 
Dîjle tiştên wê demê pêk hatin jî bi bîr anî û got wê demê wî jî têkildarî vê helbest nivîsandine û domand: "Dema DAIŞ'ê ji sê milan ve bi nêzî 5 hezar kesî ve êrîş kir, li wî bajarê biçûk bi rojan nêzî hezar û 500 şervan hema bêje bi çekên ferdî li ber xwe dan û bi ser ketin. Û ev weziyeta berxwedêriyî, li mirovahiyê careke din hêviya jiyanê, pêşerojê peyda kir. Berxwedana Kobaniyê ku weziyeta bertekiyî û rewşa parastina jiyanê bû, di nezda kurdan de jî careke din zemîna yekîtiya netewî ku kurd bi salan her bi hesreta wê bûn afirand. Cara ewil helwesta wan a fikrî, polîtîk çi dibe bila bibe hema bêje ji 7 saliyan heta 70 saliyan civaka kurd tev geriya. Yek ji hêla vê berxwedanê ya ku tesîr li min kir jî ev hêla wê ya sembolî bû. Û tu bikî nekî ev rewş kêm zêde ruhek da helbestê, muzîkê jî. Çimkî diviya ev berxwedan bihatana mayîndekirin, ji bo pêşerojê bihatana veguhastin. Ji ber vê wek gelek kesan min jî di vî warî de berpirsiyariyek hîs kir û diviya bû min jî berxwedana ku li hemberî çepelên serdema modern, hewl da mirovahiyê ji genîbûnê, rizandinê û newekheviyê rizgar bike binivîsandana." 
 
Dîjle got niha jî li hemberî bajarê Efrînê yê Sûriyeya Bakur êrîş pêk tên. Dîjle bi lêv kir ku lê belê pêvajoya niha ji ya Kobaniyê cudatir e û got: "Li Kobaniyê têkoşîneke li hemberî DAIŞ'a ku dema navê wê jî dihat bilêvkirin tirs xwe dida der hebû. Lê niha li hemberî Efrînê, di fermiyetê de bi awayekî zimnî lê di fiîliyatê de bi awayekî aşkere bi desteka hêzên emperyal, welatekî xwedî artêşeke ku li cîhanê yek ji mezintirîn artêşa ye, heye. Lê belê li hemberî vê artêşê û hêzên emperyal jî navçeyeke ku bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe dide heye. Ji ber vê mirov dikare bibêje ku berxwedana Efrînê halê pêşvetir yê berxwedana Kobaniyê ye. Berxwedaneke ku rê li ber fikirîna weziyeta ruhî ya mirovên cîhanê ya der barê jiyan û pêşerojê de di nav keser û bêhêvîtiyê de asê maye vedike û berxwedaneke gerdûnî ya ku parêziya mîrateya nirxên çandeyî yên hevpar ên mirovahiyê dike." 
 
Dîjle, destnîşan kir ku di vê serdema ku pergala kûrewî mirovahî dorpêç kiriye de jî wêje, helbest dikare bibe hêleke çalak a pêvajoya li Efrînê xwe dide der û got: "Helbest dikare talanan, mirinên sivîl, rûxandina ekolojîk, texrîbatkirina deverên dîrokî û perestgehan bide der û berbelav bike. Ez behsa bihartin û fûrandina hestan, tiştekî ku li ser esasê mexdûriyetê û sloganîk nakim. Ya ku ez behs dikim ew e ku heverastî estetîka berxwedanê, di wesfê bîr û hafizeyê de ye. Friedrich Schiller dibêje, 'Huner çi qasî ji aliyê azadiyê ve bê mijandin ewqasî mezin dibe.' Ji ber vê divê têkoşîna rûmetdar a nifşê herî berxwedêr û demokratîk ê sedsala 21'an bi awayekî herî karîgeriyî bigihê pênûs û helbestê, da ku helbest, huner li vê erdnîgariyê êdî bi awayekî azad bê îcrakirin." 
 
MA / Dîcle Muftuoglu