Hejmara nû ya Roperî derket

img

ÎZMÎR - Kovara Roperî li girtîgeha Şakranê her 3 mehan carekê bi nivîs û keda jinên girtî derdikeve û bi hejmara nû derket. Di hejmara kovarê ya nû de berxwedana Kobanê hat hûnandin.

Jinên li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ne her 3 mehan carekê bi awayekî rêk û pêk Kovara Roperî derdixin û bi hejmara 14'emîn li pêşberî xwendevanan e. Di hejmara Tîrmeh-Tebax û Cotmehê de berxwedana Kobanê derket pêş. Di berga kovarê de wêneyeke şevana YPJ'ê cih digire û bi sernivîsa "Em bûn berxwedan" derket.
 
Kovar bi giştî bi destnivîsên jinên girtî derdikeve û wêneyên kovarê jî jin bi xwe xêz dikin. Kovar bi giştî ji 52 rûpelan pêk tê û nivîsê kurdî û tirkî cih digirin. Nivîsa edîtor a bi kurdî hatiye nivîsîn, bi sernavê "Hemû dilên berxwedêr re merheba" bang dike.
 
Bi wesîleya Meha Muharremê ji civaka elewî re jî cih hatiye veqetandin, nêrîna jinê ya di Şoreşa Rojava de û der barê şert û mercên OHAL'a 2017'an de jî nivîs cih digirin. Her wiha nivîsek jî der barê rojnameger Denîz Firat a di êrîşa DAIŞ'ê ya Muxmûrê de jiyana xwe ji dest da hat nivîsandin.
 
Nivîsên dê di malpera www.gorulmustur.org de jî bê weşandin wiha ne:  
 
* Kürtleri varlık ve bilinç olarak tanımlamak-Kurd wekî hebûn û hiş naskirin (Abdullah Ocalan)
* Faşizm sesten korkar-Faşîzîm ji deng ditirse (Viyan Hevjîn-Ezgî)
* Tecrit-Tecrîd (Denîz Ronahî)
* Çocukluğumun şeftali ağacı-Dara Xoxê ya Zarokatiya min (Bêrîvan Aydin)
* Jineoloji açısından sosyal bilimler-Di warê Jîneoloiyê de zanyariya civakî (Azîme Işik/Guneş Arduç)
* Hêviya Cûdi (Esmer Ayas)
* Wê Dawi ‘Muhteşem’ be (Bêrîtan Gulan)
* Dünden bugüne Aleviler-Ji duh heta îro elewî (Berçem Oter)
* Rojava Devrimi: Kadın Devrimi-Şoreşa Rojava: Şoreşa jinê ye (Leyla Ulgen)
* Sonu ne olursa olsun zafer bizimdir-Dawî çi dibe bila bibe serkeftin ya me ye (Nuda Eletterya)
* Kêlî û Jiyan (Hayriye Ozkan)
* Direnişi yaşam hali kılanlara-Ji kesên berxwedan kirin rewşa jiyanê (Meryem Soylemez)
* 2017 Zindan Direnişi-Berxwedana Zindanan a 2017'an (Derya Moray)
* Koçek’in kehaneti-Kehaneta Koçekê (Bêrîtan Gulan/Ehlam Eylem Kaçar)
* Kameran silah kaleminse hakikat türküsü oldu-Kameraya te bû çek pênûsa te bû strana heqîqetê (Cansever Îrlan)
* Ankalaşma Yolunda-Di rêya teyrê sîmir de (Leyla Ülgen)
* Temenê bî notayê hatiye hunandin (Nûra Cewarî-Dîcle)
* Kavak ağacı ve zaman yolcusu-Dara qewaxê û rêwiyê demê (Mahsume Şedd)
* Name (Dîlan Bulut)
* Yıldızlar ülkesini biliyorum anne-Ez welatê stêrkan dizanim dayê (Ehlam Eylem Kaçar)
* Hewar (Nuran Durak-Dîcle)
* Tuyî di tarîtiya min de (Mizgîn Çîçek)
* Ey gidi Şakran (Meryem Söylemez)
* Gamêş û Hirç (Reyhan Çomak)
* Xaçepirs (Ruşen Ozkan)