NÇM'ê bernameya Mihrîcana Çand û Hunere aşkere kir: Dê bibe bêhn

img

STENBOL - Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), bernameya 3'emîn Mihrîcana Çand û Hunera Kurd a Stenbolê bi dirûşmeya “Bi Hunera Azad Jiyana Nû" aşkere kir. Hunermendan gotin 'Ev dê bibe bêhnek" û hemû hunerhez dawetî bernameyê kirin. 

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), bernameya 3'emîn Mihrîcana Çand û Hunera Kurd a Stenbolê bi dirûşmeya “Bi Hunera Azad Jiyana Nû" li avahiya xwe ya Beyoglu ya Stenbolê bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Xebatkarên NÇM'ê, li salonê afişên mihrîcanê daliqandin. Bi tirkî Hunermend Nurhak Kilagoz û bi kurdî jî hunermend Ruken Yilmaz bername aşkere kir. 
 
‘EM DÊ HEWL BIDIN NEFESÊ BIDIN' 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku huner di nava jiyanê de bi jiyanê hebûna xwe berdewam dike û wiha hat gotin: “Di bin siya şerê heyî de huner dê bibe dermanê birînan. Em dê îsal bi 3'emîn mihrîcana çand û huneka kurd hewl bidin bêhnê bidin civakê. Em dê di vê rewşa aloz de hewl bidin camê vekin û hewa paqij bidin hundir. Em bawer dikin ku Mihrîcana Çand û Hunera Kurd dê di atmosferê biguherîne û ji bo her kesî bibe derman. Mihrican dê di navbera 25-29'ê Cotmehê de di bin organizasyona NÇM'ê de pêk bê. Di mihrîcanê de dê bernameyên resîm, pêşengeh, panel, şano, film, performansên projeyan, konser bên dayîn. 
 
KURD HER DEM LI HUNERA XWE XWEDÎ DERKETIN
 
Şanoger Rugeş Kirici jî diyar kir ku bi OHAL’ê tundiya li ser hunerê gelek zêde bûye û wiha got: "Li Tirkiye îro ne tenê li ser hunera kurd, li ser hemû hunerê zext zêde ne. Niha em di dîtina cih û war de zahmetiyan dijîn. Lê kurd her dem li çand û hunera xwe xwedî derketiye. Em bawer dikin ku dê niha jî li çand û hunera xwe û hunermendên xwe xwedî derkevin." 
 
 
Bernameya 3'emin Mihrîcana Çand û Hunera Kurd a Stenbolê wiha ye: 
 
25 Cotmeh: 
 
* Li Salona Civînê ya Cezayir: Pêşengeha Resîmê (13.30)
 
* Panel: Pêşkêşvan Genim Îldan; Axaftvan, Cevahir Sadak, Agit Işik, Berfin Emektar, Sami Tan (14.00)
 
* Pêşandana Fîlmê kurd (17.00)
 
* Konsera Vekirina NÇM'ê ya Navenda Çand û Hunerê ya Şişlî. (20.30)
 
26 Cotmeh: 
 
* Pêşkêşkirin: “Li Sê diasporayê Wêjeya Kurd" (14.00)
 
* Şano “Dawiya dawî” (20.00)
 
* Li Şanoya Kenter Konser: Xalit Tarî, Ruşen Alkar, Agit Işık (20.00)
 
27 Cotmeh: 
 
* Li Navenda Pêşandanê ya Su “Heft û Heşta Du Kesan” (16.00)
 
* Li Navenda Pêşandanê ya Su Dengbêj  (18.00)
 
* Li Navenda Çandê ya Golge pêşandana “Qırıx” (20.00)
 
* Li Şanoya Kenter konser konser: Rojhilat Project, Mizgin Tahir, Ayfer Duztaş (20.00)
 
28 Cotmeh: 
 
* Li Navenda Xwepêşandanê ya Su Lîsteka Nû ya Amed (15.00)
 
* Li Navenda Pêşandana Bostanci konser: Serhat Çarnewa, Metin Kemal Kahraman, Bajar, Şehribana Kurdî, Zelal Gokçe, Nurcan Degîrmenci, Deniz Esmer, Çiya Şenses (18.00)
 
29 Cotmeh: 
 
* Li Navenda Pêşandanê ya Su pêşandana “Qirix” (15.00)
 
* Li Navenda Çandê ya Golge konser: Stêrkên Azadiyê (18.00)
 
* Şanoya Kenter: Bêrû, TJN (20.00)