Tiyatro Agon bi 3 lîstikên nû dê perdê veke

img
MÊRSÎN - Tîyatro Agon ku ji şanogerên dildar pêk tê, dê perdeya xwe bi 3 lîstikên nû veke. 
 
Li Mêrsînê komek şanoger ji bo hunera alternatif kom bûn û bi şîaara "Hunera Alternatif" Tiyatro Agon ava kirin. Tiyatro Agon bi lîstikên Halktan bîrî (Keseka/î ji nava gel), Buyuk Saygi (Hurmeta mezin) û Zengînîn Mutfaği (Pêşgeha yê Dewlend) perdeyên xwe ji şanohezaran re vedikin. Serokê Komeleya Şanogerên Mêrsînê û Gerinendeyê Hunerê yê Tiyatro Agon Salih Yildirim, diyar kir ku her sal bi lîstikên nû perdeya şano ji şanolezaran re vedikin û îsal jî dê lîstikên ku li atolyeyên xwe amade kirine pereyên xwe vekin. Yildirim, anî ziman ku her salê 1-2 lîstikan bi xwe li atolyeyên xwe amade dikin û wiha got: "Armanca me em dixwazin kalîteya temaşevanên şano dewlemend bikin û hem jî dixwazin tiştekî nû li hunermend bar bikin.b