Encama xelatên çîrokên Şerzan Kurt aşkere kirin

img

AMED - Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Êlihê encama xelatên çîrokê Şerzan Kurt aşkere kirin. 

Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Êlihê encama xelatên çîrokên Şerzan Kurd ê ku dema xwendekarê Zanîngeha Muglayê bû ji aliyê polîs ve hat qetilkirin aşkere kir. Şaxa Egîtim Sen'ê 7’emîn xelatên Şerzan Kurt amade kirin û encamên wan diyar kirin. Di xelata wêjeyê de di beşa çîrokên kurdî de bi çîroka “Dengê Sêva” Ronî Reşo, di beşa çîrokên tirkî de bi navê “Kan Tohumları” Şeyma Koç û bi çîroka “Sofisos” Vedat Nas  xelat bi dest xistin.