Fîlmê '14'ê Tîrmehê' li Cenevreyê hat temaşekirin

img

CENEVRE - Fîlmê 14'ê Tîrmehê li Cenevreyê hat temaşekirin. Fîlm balê dikişîne ser îşkenceya Derbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê ya li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê pêk hatî.

Koma Çand û Hunerê ya Navenda Civaka Kurd a li bajarê Cenevreya Swêdê, şahiya "Çand, Huner û Sînemayê" li darxist, di şahiyê de fîlmê 14'ê Tîrmehê hat pêşandan. Mijara fîlmê îşkence û berxwedana li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ye û girtiyên ji doza PKK'ê bi berxwedana xwe îşkenceya dewletê têk dibin.
 
Berî ku fîlm bê pêşandan, xebatkarê Navenda Civaka Kurd Ramazan Baytar axaftinek kir. Baytar da zanîn ku wê demê li Girtîgeha Amedê bi sedan mirovan ji ber ku mafên xwe yên bingehîn û herî rewa dixwestin, hatine îşkencekirin û ev hovîtiya dewletê wekî pêkanîneke derveyê mirovahiyê şîrove kir.
 
Baytar, piştrast kir ku li dijî îşkenceyê berxwedana kurdan derketiye pêş û ev berxwedan heta roja îro hatiye. Di dema nîşandana fîlmê de gelek temaşevanan hêsirên xwe negirtin.
 
Fîlmê bi jêr nivîsa fransizî hatiye amadekirin, dê îro jî bê temaşekirin.