Tirên, gar, behr, keştî û pirtûk li gel hev in

img

STENBOL – Sahafan anî ziman ku ew ji Mîhrîcana Sahafan a Haydarpaşayê ya îsal kêfxweş in û wiha gotin: “Cihwarên wek tirên, gar, keştîgeh, behr û keştî tam derba pêşangehên wêjeyî ne.”

Di 18’ê Mijdarê de bi pêşengiya Komeleya Sahafan a Beyoglûyê îsal yekemîn Mîhrîcana Sahafan a Haydarpaşayê dest pê kir. Mihrîcan dê heta 3’yê Kanûnê bidome. Di mîhrîcanê de gelek pirtûk, kovar, plak, nexşeyên kevn û gelek belgeyên ku kêm tên peydakirin hene. Ji Kadikoy, Uskudar û Beyoglûyê 40 sahaf tevlî mîhrîcanê bûne û sahafan anî ziman ku ji ber mîhrîcan li garê tê lidarxistin û eleqeya ji bo mîhrîcanê, ew zaf memnûn in.
 
HIN ÇAVKANÎ HENE JI BILÎ SAHAFAN LI TU DERÎ NAYÊN DÎTIN 
 
Xebatkarê Pirtûkfiroşa Ilganê Tûrgût Balci, anî ziman ku ew ji eleqeya ji bo mîhrîcanê zaf memnûn in. Balci got ku xwendevan her cure pirtûkan tercih dikin, lê belê herî zêde eleqe ji bo klasîkan e. Balci got ku ew xwendevanan digihînin pirtûkên ku di dîrokên kevn de hatine çapkirin û wiha got: “Di dest min de pirtûkeke ku di sala 1872’yan de hatiye çapkirin û bi nexşeyan Dorpêça Stenbolê vedibêje heye. Ansîklopediya jinan ku di 1900’î de hatiye çapkirin heye, bi fransî ye. Li vir pirtûkên ku behsa motîfan û rîşikan dikin jî di nav de her cure pirtûk hene. Her wiha pûxteya encamên hijmariya gundan a sala 1949’an heye. Xwendevan li vana dinere, dest dide wan û heke lêkolîneke wî hebe wan dikire. Ji bo kesên ku lêkolînên wan li ser wan serdeman e, ev çavkaniyên girîng in. Ji bilî sahafan hûn nikarin vana li cihekî din peyda bikin.” 
 
Balci, dest nîşan kir ku hin pirtûkhez sirf ji bo pirtûkan bêhn bikin, dest bidin wan tên û wiha got: “Xwendevanên me tenê ne ciwan in. Xwendevanên me yên 50-60 salî jî hene. Dema ew jî pirtûkên wan deman peyda dikin zaf kêfxweş dibin. Li vî cihê dîrokî jîndarkirina pirtûkên kevn hem ji bo me hem jî ji bo xwendevanan hesteke cuda ye.” 
 
'DIVÊ MIROV EVÎNDARÊ PIRTÛKAN BE’ 
 
Xebatkarê Sahafa Barişê Halîl Bîngol jî, anî ziman ku ji sala 1966’an ve ew di nav vî karî de ye. Bîngol got ku ji bo mirov vî karî bike divê mirov evîndarê pirtûkan be. Bîngol ev tişt gotin: “Divê tu ji zimanê kaxezê fêm bikî, divê tu pê re biaxivî, divê tu ji kaxeza berê fêm bikî. Dema tu destê xwe bidî kaxezê ew bersivê dide te, dibêje ez ev im. Em ji eleqeya ji bo li vir zaf memnûn in. Tevî ku hewa sar e û ji bo xwegihandina vir gihanî sînordarkirî be jî, lê eleqeyeke zêde heye. Hesteke zaf cuda ye ku mirov zemanê bere li vî cihwarê dîrokî berpêşî hevalên nû dike.” 
 
Xebatkarê Sahafa Ahesteyê Ûfûk Akgul jî, anî ziman ku cara ewil e ku mîhrîcan tê lidarxistin, lê belê eleqeyeke zêde heye. Akgul got ku jixwe li ber çavên wan xwendevanên Kadikoyê xwendevanên wesfedar in û wiha got: “Me berê li Beyoglû û Uskurdarê hin mîhrîcan li dar xistin, lê eleqeya li Kadikoyê tiştekî din e.” Akgul got ku di serî de klasîkên cîhanê, bi giştî jî elqeya ji bo pirtûkên Sabahattîn Alî, Saît Faîk, Azîz Nesîn zêde ye û wiha got: “Ev cihwarê dîrokî û pirtûk zaf li hev tên. Cihwarên wek tirên, gar, keştîgeh, behr û vapûr tam derba pêşangehên wêjeyî ne.”
 
MA / Bilal Seçkin