Polîsan nehişt belgefîlmê Sûrê bê pêşandan

img

STENBOL – Dihat plankirin ku belgefîlmê bi navê "Sûr. Ax û Welat" di 3'yê Kanûnê de li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş bê nîşandan. Polîsan destûr neda.

sLi navçeya Şîşliyê ya Stenbolê dihat plankirin ku li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş, di 3'yê Kanûnê de belgefîlmê bi navê "Sûr. Ax û Welat" bê pêşandan. Polîsan astengî derxist û bername betal kir.
 
Polîsan bi ser navenda çandê de girt û bi hinceta "Hûn li vir destûrê didin şahiyên HDP'ê?" û ji bo navend nîşandana belgefîlmê betal bike, zext li wan kirin. Polîs xwe gihand derhênerên belgefîlmê Hîcran Urun û Zana Kîbar û gotin ku "Destpêkê em ê belgefîlmê temaşe bikin", lê derhêneran ev yek qebûl nekirin.
 
Hat diyarkirin ku navenda çandê pêşandana belgefîlmê betal kiriye. Wekîlên HDP û CHP'ê ketin dewrê, lê hewldana wan jî bê encam ma.
 
Di pêşandana belgefîlmê de, kesên ji Sûrê hatin koçkirin û der barê pêvajoya Sûrê de xwedî agahî bûn jî dê beşdarî pêşandanê bûna.
 
DU BELGEFÎLMÊ DE ŞAHIDÊN SÛRÊ JÎ HENE
 
Belgefîlmê ku bi keda Sur Belgesel Kolektifi ve hatiye amadekirin, di 2'yemîn salvegera qedexeya sûrê de dê bihata pêşandan. Di belgefîlmê de kesên ji pêkanînên li Sûrê re şahidî kirine, cih digirin. Dîsa dîmenên di dema qedexeyê de hatine kişandin, di belgefîlmê de cih digirin.