Peykertraş Dogan: Dengbêj Evdalê Zeynikê remza wêjeya devkî ye

img

AMED – Peykertraş Îsmaîl Dogan peykerê bilbilê Serhedê Dengbêj Evdalê Zeynikê çê kir. Dogan da zanîn ku ji ber Evdalê Zeynikê remz û temsîliyeta wêjeya devkî ye peykerê wî çê kiriye. Dogan got ku dibe nav û peykerên navdarên kurd bên hilweşandin, lê kes nikare çand û hunera wan ji hişê kurdan paqij bike.  

Peykertraş Îsmaîl Dogan di bin banê Pale Hunerê de xebatên xwe yên hunerî bi rê ve dibe. Dogan ji zarokatiya xwe ve bi karê peykeran ve mijûl e û li zanîngehê jî beşa peykertraşiyê xwendiye. Niha peykertraş Dogan ji bo hîn bêtir karê xwe bi pêş ve bibe û bibe hosteyek baş ên peykeran li ser çêkirina peykeran dixebite. Dogan bi çêkirina peykerê bilbilê herêma Serhedê Dengbêj Evdalê Zeynikê dest bi çêkirina peykerên dengbêj û ronakbîrên kurd kir.  Peykertraş Dogan der barê xebatên xwe yên çêkirina peykeran de axivî.
 
Dogan diyar kir ku nêzî 10 sal in ew ji bo bibe hosteyek baş ên peyekeran dixebite û ji bo bibe hoste bênavber dixebite. Dogan da zanîn ku karê ku heta niha kiriye cerîbandin in û wiha got: “Min hostetiyê ji xwe re kiriye derd. Ji bo ez vî karî pêk bînim û bigîhînim astek jorîn ewil hostetiyek teknîkî lazim e. Çêkirina peykerê mirovekê/î meseleyek teknîkî ye. Divê mirov giyanek hunerî tev li karê teknîkê bike. Li hunerê zêdekirina feraset û ramanekê beriya hostetiya teknîkî tê. Huner ji du beşan pêk tê; yek jê zanist e û ya din jî îrfanî ye. Yanî ez hunerê wisa pênase dikim. Ez niha hêj zanista vî karî dikim.” 
 
JI ZAROKATIYÊ VE…
 
Dogan destnîşan kir ku wî destpêkê bi tiştên ji rêzê dest bi peykertraşiyê kiriye û wiha dewam kir: “Heta îro ez bêtir li ser fîguratîfên mirovan xebitîm. Yanî herî zêde tiştên li ber çavan bala min dikişîne. Niha jî bêtir li ser peykerên fîguratîf dixebitim. Min xwe dîtiye û nedîtiye ji bo peykeran meraqek min hebû. Ez pir girîngiyê didim hostetiya vî karî.” 
 
‘EVDAL REMZA DENGBÊJIYÊ YE’ 
 
Dogan behsa çêkirina peykerê Evdalê Zeynikê jî kir û wiha axivî: “Ev nêzî mehekê ye li ser peykerê Evdalê Zeynikê dixebitim. Ji bo peykereke wisa pêdivî bi nêzî mehekê heye. Çima Evdalê Zeynikê? Bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî li Rojhilata Navîn hunera dîtbarî pir li pêş neketiye. Ez nabêjim hunera dîtbarî qet nîne. Lê bêtir çanda me li ser şaristaniya devkî li pêş ketiye. Ji ber vê yekê jî Evdalê Zeynikê fîguratîfa temsîliyeta wêjeya devkî ya kurdan e. Evdal remza dengbêjiya kurd e. Ji bo Evdal, dibêjin ‘Homerosê kurd e.’ Homeros nûnerê wêjeya devkî ya rojavayî bû. Di nav kurdan de jî Evdalê Zeynikê nûnerê wêjeya devkî ye. Ji ber wê jî fîgurê Evdalê Zeynikê derket pêş.” 
 
Dogan got ku peykerê dengbêjan destpêka projeyeka daniye pêşiya xwe û wiha pêde çû: “Min bi dengbêjan dest pê kir. Min setek peykeran a dengbêj û ronakbîr ango wêjevanê kurd daniye pêşiya xwe. Heta bi dawî bibe wê ev projeya min dewam bike.” 
 
‘HILWEŞANDIN HÊSAN E, LÊ WÊ ÇAWA JI HIŞ DERXIN?’ 
 
Dogan bal kişand ser hilweşandina peykerê Ehmedê Xanî û navdarên kurdan û wiha axivî: “Li dijî her tiştên kurdî dijminiyek heye. Pergalek ku tehamulî nefesdayîna kurdan nake heye. Lê bila vêya baş bê zanîn, dîtbariya çand û hunera kurdî her çi qas li ber çavan be ewqas jî di bin hiş de ye. Çand û wêjeya gelê kurd bi sedsalan, bi awayekî devkî heta roja me ya îro hatiye. Bi xerakirina peyker û jêbirina navan nikarin ji bîra gelê kurd paqij bikin. Divê mirov ji faşîzmê ne li benda dîlpakiyê be. Heta îro xwedî li ronakbîrên kurdan derdiketin. Lê ji îro şûn ve divê mirov ne li benda xwedîderketina wan be. Êrîşa li dijî nav û peykerên nirxên gelê kurd, divê mirov xwezayî bibîne. Rûyê xwe yê rast datînin holê. Ev emelê faşîzmê ye. Divê mirov ne li bendê be ku dê hezkirin û hurmetê nîşanî nirxan bidin.” 
 
Dogan di dawiya axaftina de anî ziman ku ew peykeran bi kîl, cils û polyesterê li qaliban dixe, çê dike û herî dawî jî peykeran bi rotuş û boyaxkirinê diqedîne. 
 
MA / Bîlal Guldem