Wêje û terha alegoriyê hat nîqaşkirin

img

AMED – PEN’a Kurd li ser wêjeya klasîk a kurdî û alegoriyê gotûbêjek li dar xistin. Nivîskar Îlhamî Sîdar behsa wêje û helbesta kalasîk a kurdî kir û nivîskar Bawer Rûken jî li ser terha alegoriyê rawestiya. 

 
Bi pêşengiya PEN’a Kurd nivîskarên kurd û wêjehezên kurdî li Pale Hunerê ya Amedê gotûbêja wêjeya klasîk û tarza alegoriyê li dar xistin. Di gotûbêjê de Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk, gelek nivîskar, helbestvan û hezkiriyên wêjeya kurdî amade bûn. Nivîskar Hasîp Yanliç moderatoriya bernameyê kir û axaftvan Îlhamî Sîdar û Bawer Rûken da nasîn. Yanliç destnîşan kir ku Rewşa Awarte bandorek neyînî li ser wêje û helbesta kurdî dike û xwest ku hin bêtir di vê rewşê de xwedî li wêjeya kurdî bê derketin. 
 
Pişt re ewil nivîskar Îlhamî Sîdar li ser wêje û helbesta klasîk û nûjen a kurdî axivî. Sîdar di destpêkê de behsa serpêhatiya nivîskariya xwe û wêjevanên kurd kir.
 
‘JI KLASÎKÊN ME BÊTIR EM YÊN BIYANÎ DIXWÎNIN’ 
 
Sîdar destnîşan kir ku kêmasiyek mezin a kurdan û xwendevanên kurdî heye ku pêşengên wek Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û gelek nivîskarên din da nasin û wiha got: “Bêtir em berê xwe didin nivîskarên tirk û biyanî û dixwînin. Divê nivîskarên me bi zimanên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran baş bizanibin. Gelek kêfa min ji wêjeya klasîk re tê. Ez wêjeya klasîk û modern digîhînim hev. Çand, huner û wêjeya me ji kevneşopiyê tê. Zimanê Xanî, Teyran, Cizirî û gelek nivîskarên din sivik û sade ye. Cudahiyek Feqiyê Teyran ew e ku di medreseyan de ders daye û terha wî ji wir tê. Feqiyê Teyran tenê ne li Miksê li gelek bajarên Kurdistanê geriyaye. Hemû teyr, şalûl û nebatên Kurdistanê nas kiriye.” 
 
‘DI WÊJEYA KLASÎK DE HEVPARÎ HEBÛYE’
 
Sîdar diyar kir ku zimanê olê bandora xwe li ser wêjeya kurdî kiriye û wiha dewam kir: “Ji ber ku çanda medreseyan li ser wêjeya me bandorek mezin kiriye. Hemû wêjevanên klasîk ên kurd li ser hev bandorê kirine û sûdê ji hev girtine. Heke ku ji hev bandorê negirtina dibe ku kevneşopiya wêjeya kurdî heta niha nehatiba. Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrê û her wekî din nivîskarên kurd, wêje û helbestên kurdî avêtine ber hev û di wêjeya kurdî de wisa hevparî kirine.” 
 
‘XANÎ, TEYRAN Û CIZÎRÎ JI ME RE BÛNE RONÎ’ 
 
Sîdar da zanîn ku nivîskariya îro ji kevneşopiya Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran û gelek nivîskarên din tê û ev tişt gotin: “Ew ji pêşketina zimanê me re bûne ronî. Bingeha zimanê me ji wan tê. Heke ku em dikaribin van bixwînin em ê têgeh û biwêjên zimanê xwe xurtir bikin. Bingeha zimanê me ji wêjeya klasîk û helbesta klasîk tê. Eger ku em bi zimanên kurdî binivîsinin divê em Ehmedê Xanî û hemû hevalbendên wî bixwînin û dizanibin kî ne. Zimanê me li ser hîmê folklorîk û nivîskarên tirkan ne hatiye avakirin.” 
 
LI SER TERHA ALEGORIYÎ RAWESTIYA 
 
Piştî Sîdar, nivîskar Bawer Rûken jî li ser şêwaza alegoriyê axivî û wiha got: “Ez bêtir li ser têgehên hezkirina welat rawestiyam. Têgehên wek ziman û welat min arasteyî nivîskariyê kirin. Em kurd ji ber ku wek xelkek bindest in, em hêj ji nivîskariya bindestiyê rizgar nebûne. Ziman û nivîskariya me di bin êrîşên dethilatdaran û serdestan de maye. Heta ku azadî çênebe em ê nikaribin ji çerxa pişaftina nivîskariyê dûr bibin.” 
 
Gotûbêj bi pirs û bersivan û îmzekirina pirtûkên nivîskaran bi dawî bû.