Fermandara Kurd a li cihanê belav bû: Fata Reş

img

AMED – Li ser banga alîkariya Paşayê Osmanî Abdulmecîd, Serokeşîra Sînemîlliyê Fata Reş bi 300 sîwarên xwe re diçe Stenbolê û çapemeniya cîhanê ji bo wê dikeve seferberiyê. Her çendî bi ser mirina wê re 2 serdem derbas bûne jî hêj di hişê kurdan de cihê xwe digire.

Di dîroka kurdan de gelek jinên qehreman navên xwe nivîsin û yek ji wan jî Fata Reş e. Li ser mirina wê re du serdem derbas bûn hêj di hişê gelê kurd de cihê xwe digire. Fata Reş di nava tirkan de wekî Kara Fatma tê zanîn, ji ber ku di wê serdemê de hişmendiya zilam zêde girîngî nedidan jinan, navê Fata Nêr jî li Fata Reş kirine. Dîsa "Keybanûya Kurd", "Fata Reş a Kurdistanî" û "Amazona Kurd" jî ji bo wê hatiye gotin û di çapemeniya cîhanê de bi nav û deng bûye. Di nava demê de nasnameya berxwedanê ya Fata Kurd li cîhanê belav dibe û di heman demê de berxwedaniya wê mohra xwe li dîroka têkoşîna jina kurd jî dixe.
 
BI 300 SÎWARÊN XWE RE DIÇE STENBOLÊ
 
Her çendî dîroka ya zayînê neyê zanîn jî di serê sala 1880'yan de li Rewanduzê (Herêma Federal a Kurdistanê) hatiye dinê, xwişka Reîsê Eşîra Sînemîlliyê Bîlalê Reş e. Endamên malê yên mêr bi rêzê jiyana xwe ji dest didin, herî dawî Fata Reş dibe seroka eşîrê, piştî di sala 1853'yan de Şerê Kirimê dest pê dike, Abdulmecîd Paşa ji eşîrên Kurdistanê alîkariyê dixwaze, Fata Reş ji bo tev li şer bibe, bi 300 sîwarên xwe re ji bo tev li Şerê Kirimê bibe, diçe Stenbolê. Paşa Fata Reş li qesrê pêşwazî dike, di şerê salên 1853 û 1856'an yê di navbera rûs û Osmaniyan de cih digire û li gelek eniyan di pêşengiya Fata Reş de sîwar şer dikin.
 
‘WE KURDÎ FÊM BIKIRA, WE YÊ PÊWÎSTÎ BI TIRKÎ NEDÎTA’
 
Yê cara ewil Fata Reş di nivîsê xwe de derdixe pêş, nivîskarê kurd KamuranBedirxan e. Bedirxan bi nivîskarê alman Herbert Ortel re di xebata xwe ya bi navê 'Qertelê Kurdistanê' de, nîqaşa di navbera Fata Reş û Siltanê Osmanî Abdulmecîd de wiha vedibêje: "Paşa ji Fata Reş dipirse: 'Qehremaneke wekî te çawa bi tirkî nizane?' Li hemberî vê pirsa paşa Fata Reş wiha bersiv dide: 'Paşayê min heke wek kurdî bizanibûya, dê pêwistiya we bi tirkî tune bûya.'"
 
Ev nîqaşa di navbera Abdulmecîd û Fata Reş de jî di heman demê de dide nîşan ku Fata Reş çiqasî girêdayî nirxên kurdan e.
 
FATA REŞ DI ÇAPEMENIYA CÎHANÊ DE YE
 
Împaratoriya Osmanî di warê dewletbûnê de hem girtî û hem jî kes nikare xwe bigihîne wê, di wê serdemê de li paytexta xwe Fata Reş û sîwarên wê pêşwazî dike. Di wê serdemê de tiştekî wiha nehatiye dîtin, ji ber wê gelekî bala cîhanê dikişîne. 
 
Rojnameya Îngilizî The Illustrated London News, weşanên Fransizan Illustration, Journal Universel, Le Tour du Monde, kovara alman a Globus, rojnameya Swêdê Svenska Family-Journalen û rojnameya Amerîkayê New York Times, bi hev re Fata Reş derdixin manşetên xwe û cihekî mezin jêre vediqetînin.
 
FRANSÎ: LEHENGA KURD FATMA REŞ LI STENBOLÊ YE
 
Beriya şerê komkujiyê dest pê bike, Nivîskar, rojnameger, rezam û gerokên Emerîkî, Firansî û Îngîlîstinê hatin Stenbolê. Hatin tevî Fatma Rex xebitîn. Fata Reş tevî wan gelek tabûyên Osmanî ser û bin kirin. Fata Reş, bi hunera xwe “romantizm” a rojavayiyan nerîna der barê jina kurd jî ser û bin kir. Fata Reş bi wêrekî û lehengiya xwe gelek kes xistin bin bandora xwe. Yê ku Fata Rex navdar kiriye tamîrvanê Ayasofya û hunermendê navdar ê firansî Gusieppe Fossati e. Fossatî wênkeyê Fata Reş ê bi suyarên Stenbolê re tê dike resîm û wê wekî leheng nîşan dide. Wêne di 15'ê Nîsana 1854'an de bi riya “Kovara L’Illustration Journal Universel" li Fransayê tê weşandin. Li bin weneyê (Gravur) nivîsa “Fatma Reş l’héroine du Kürdistan, a’ Constantinople” agno “Lehenga Kurdistanê Fatma Reş li Stenbolê ye" nivîse
 
ÎNGÎLÎZ: XANIMA KURD FATMA REŞ BI SUYARÊN KURD LI STENBOLÊ YE
 
Piştî wêneyê Fatma Reş di çapemeniya Fransî de hat weşandin, Rojnameyên Îngîlîz, wêneyê Fate Reş, di  22'ê Nîsana 1854'an de di rojnameya “The Illustrated London News" de bi sernavê “Fatma Reş ku li Herêma Kurdistanê bajarê Mereşê ji 4 hezar kesan re reîsiyê dike tevî 300 kesan li Stenbolê ye. Di heman wexanê de di 1'ê Tîrmeha 1854'an de jî Fata Reş wekî “Xweşika Rex" tê pênasekirin û temenê wê wekî 78 salî tê nîşandan. 
 
NEW YORK TIMES: FATMA REŞ A AMAZON
 
Fate Reş ku navê wê li hemû cîhanê û heft zimanan belav bû, vê carê di 8'ê Mijdara 1887'an de rojnameya Emerîkî New York Times cih dan Fata Reş. Rojnameyê bal kişand ser têkoşîna wê ya Şerê Kirimê û ziyareta wê ya Stenbolê. Rojnameyê Fata Reş wekî şervan û lehenga “Amazon” da nasîn. 
 
ROJNAMEYA EL VAKAÎ EL-MISRIYE: PRENSA KURT A FERMANDARA ARTÊŞÊ
 
Rojnameya El Vakai el-Mısriye ku li Misirê weşan dike jî di 4'ê Mijdara 1877'an de cih da Fatma Reş. Rojnameyê bal kişand ser xweşikbûn, wêrekî û lehengiya Fata Reş. Rojnameyê wekî Prensa Kurd a Fermandara Artêşê penase kir. 
 
XWESTIN FATA REŞ WEKÎ TIRK BIDIN NÎŞAN
 
Fata Reş di dîrokên gelên herêmê de wekî serokeke jina kurd derbas dibe, piştî mirina wê di encama polîtîkayên nijatperest ên tevgerên Turanî de, hewldidin wê wekî tirki nîşan bidin. Tevgerên Turanî îdia dike ku Fata Reş a Sînemîllî, endamê eşîreke tirkmen a binavê Cerîdî ye. 
 
Pişt re Îtihat û Terakî jî hewldidin vê jina kurd Fata Reş wekî tirkmen bidin nîşan. Di 4’emîn hêjmara Kovara Siyanet a di sala 1914’an de ku ji aliyê weşanên Îtihadçiyan ve hat weşandin, îdia dikin ku Fata Reş tirkmen e. Di 15’emîn hêjmara kovarê de, ji bo Fata Reş dibeje “Keça Tirk Fatma Reş ne kurd e, tirk e.” 
 
NAVÊ WÊ YEK JI JINÊN DINAVA ŞERÊ RIZGARIYÊ DE CIH DIGIRIN HEYE
 
Ne zelal be jî tê tê gotin ku Fata Reş di dawiya salên 1800’î de jiyana xwe ji dest daye, hêj zarokên tên dinê navê Fata Reş li zarokan dikin. Tê gotin ku di şerê Rizgariyê de yê di navbera 1919'an û 1923'yan de pêk tê, gelek jin jî di eniya şer de alîkariyek bêhempa dikin û ev jîn Ataturk wan wekî "Fata Reş" bi nav dike. Di dîroka tirkan de gelek jinên bi nav û deng û zîrek in, navê wan Fata Reş e û navê xwe ji Fata Kurdistanî digirin.