Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin 2021-01-02 13:33:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çapemeniya derveyî welat de, nûçeyên li Somaliyê êrîşa bombeyî li dijî eskerên Tirk hat lidarxistin, hatin serwîskirin. Hat diyar kirin ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene. Li gorî îdîayan rêxistina Eş Şebab ev êrîş girt ser xwe.    Li gorî çapemeniya derveyî welat, li bajarê Somalî ya Afrîkayê, li dijî eskerên Tirk êrîşa bombeyî pêk hat. Di nûçeyên hatin serwîskirin de, hat diyar kirin ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene û ev êrîş rêxistina Eş Şebab girt ser xwe.    Derbarê êrîşê de, rayedarên Tirk hîna tu daxuyaniyek fermî ne da ne.