Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin 2021-02-19 11:37:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê DYA'yê James Jeffrey, anî ziman ku heta Tirkiye di mijara S-400'an de ji helwestê xwe tawîzên hişk nede wê têkiliyên DYA û Tirkiye ne baş bin û wiha got: "Trump ji Erdogan hez dikir. Lê di serdema nû de dê ne wisa be. Ev jî pirsgirêkek cîddî ye. Dê têkiliyên Tirkiye û Rûsya jî ne geş û xweş bin."    Hilbijartina li DYA û guhertina serokdewletê DYA, bandora xwe li ser polîtîkayên navbera Tirkiye û DYA û polîtikayên navbera Tirkiye û Rûsyayê jî dikin. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO ye, bi taybetî piştî Jeo Bîden bû Serokê DYA, dixwaze Tirkiye li gorî pîvan û rêgezên NATO tev bigere. Ev jî dibe sedema rageşiya di navbera Enqere û Washingtonê. Rêxistinên Fikrî yên li Washingtonê li Wilson Centerê panelek li dar xistin. Di panelê de mijara S-400 û qeyrana Sûriyeyê axivîn. Yek ji kesên beşdarî panelê bû Nûnerê Sûriyeyê yê Washingtonê James Jeffrey, bû. Jaffrey, têkildarî piştî hatina Biden û  têkiliyên di navbera Tirkiye û DYA de axivî. Jeffrey anî ziman ku heta Tirkiye di mijara S-400'an de ji helwestê xwe tawîzên hişk nede wê têkiliyên DYA û Tirkiye ne baş bin û wiha got: "Trump ji Erdogan hez dikir. Lê di serdema nû de dê ne wisa be. Ev jî pirsgirêkek cîddî ye. Dê têkiliyên Tirkiye û Rûsya jî ne geş û xweş bin."    James Jeffrey, anî ziman ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Moskova de ne xweş in û wiha got: "Têkiliyên wan tev li hev in. Rûsya li Idlib, Libya û Herêma Karabagê ya Çiyayê ji ber Tirkiyeyê gav paşve avêt."    James Jeffrey, da zanîn ku êdî dewir guherî û dê têkiliyên Tirkiye û DYA ne wekî berê bin. Ji 2000’an heta 10 salên ewil Serokomar Erdogan bê pirsgirêk pêş diket. Pê piştî 10 salên dawî bêtir bi welatên rojava re ket nava pevçûnê. Tirkiye hin caran li hemberî me û hin caran li gel me bû. Ev dibe sedema pirsgirêkan. Pirsgirêka S-400'an qeyranek serbixwe ye. Piştî Tirkiye ji Rûsya fuzeyên S-400 stendin, bandorek xerab li ser têkiliyên Tirkiye û DYA kir. Divê Tirkiye li dijî Rûsya û S-400'an helwestên hişk nîşan bide. Heta ku tawîzan nede, dê têkiliyên di navbera Tirkiye û DYA de erênî pêş nekeve."