Papa Francis li Bexdayê ye 2021-03-05 15:53:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Lîderê rûhanî Papa Fancis gihîşt patyexta Iraq Bexdayê. Papa ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve hat pêşwazî kirin.   Lîderê rûhanî yê Xiristiyanên Katolîk Papa Francis gihîşt paytexta Iraq Bexdayê. Papa li balafirxaneya navnetewî ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hat pêşwazîkirin. Papa li Koşka Serokkomariyê bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.    Tê payîn Papa li Iraqê 3 rojan bimîne û bi rayedarên Iraqê re bicive. Pişt re jî biçe serdana bajarê Hewlêrê bi ser Herêma Kurdistanê ve.