Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê 2021-03-19 10:22:20 NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîra Karên Derve, ragihand ku dê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf bê serdana Tirkiyeyê. Wezîra Karên Derve, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf îro bê serdana Tirkiyeyê û di hevdîtinan de têkiliyên dualî yên di navbera Îran û Tirkiyeyê de û geşedanên li herêmê û navneteweyî bên nirxandin.