Li Îranê bi pileya 5.9 erdhej çêbû 2021-04-18 10:59:13   WAN - Li Herêma Gunave ya Bender a Îranê bi pileya 5.9 erdhej çêbû.    Li Herêma Guvnave ya Bender a bajarê Bûşehr a dikeve başûrê Îranê, bi pileya 5.9 erd hejiya. Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 10 kîlometre de pêk hatiye. Li gorî daxuyaniyên di televîzyonên dewletê hatin dayîn de, ekîbên tenduristiyê sewqî herêma hatine kirin.   Derbarê ziyana giyanî û mal de, tu agahiyek nehat dayîn.