Enternasyonala Pêşverû ji bo Doza Kobanê danezana piştevaniyê weşand 2021-04-23 13:57:41 EQNERE – Enternasyonala Pêşverû ku biryar da ji bo Doza Kobanê heyeteke bişîne, danezaneke bi ser navê “Li Tirkiyeyê demorkasî tê darizandin. Ji bo parastina wê em seferber dibin.” weşand.   Enternasyonala Pêşverû (Progressive International) ku bi pêşengiya kesên mîna Noam Chomsky, Yanis Varufakis û Bernie Sanders hat avakirin, ji bo Doza Kobanê ku li dij HDP’ê hatiye vekirin û wê di 26’ê nîsanê de danişîna wê bê dîtin danezaneke piştevaniyê bi ser navê “Li Tirkiyeyê demorkasî tê darizandin. Ji bo parastina wê em seferber dibin.” weşand.      PEYAMA DANEZANÊ   Li gorî nûçeya ku Dûvarê derbas kiriye, di danezanê de Enternasyonala Pêşverû gotiye ku wê bi heyetekê tevlî danişînê bibe û bi kurtayî ev peyam daye: “HDP ne bi tenê ye. Hikûmet hiqûqê weke amûreke şer bi kar tînin. Li Tirkiyeyê kesên ku AKP’ê rexne dikin bi vê aqûbetê re rû bi rû ne.  108 HDP’iyên ku di navbera wan de parlamenter û hevşaredar hene wê li Enqerê derkevin dadgehê. Siyasetmedar sîqilandina tundiyê tên sûcdarkirin. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn a Ewropayê (DMME) ji bo sûcdariyê delîl nedît. Serokkomar Erdogan niha dixwaze biryara DMME’yê jê bibe û HDP’ê li derve bihêle. HDP ne bi tenê ye.”