Li Kolombiya di çalakiyên li dijî hikumetê de 380 kes winda bûn 2021-05-07 11:12:17   ENQERE - Yekîneya Lêgerîna Şexsên Winda ya Kolombiyayê, da xuya kirin ku ji 28’ê Nîsanê ve di çalakiyên li dijî hikumetê de, 380 kes hatine windakirin.   Rêvebera Yekîneya Lêgerîna Şexsên Winda ya Kolombiyayê Luz Marina Monzon, aşkere kir ku ji 28’ê Nîsanê ve di çalakiyên li dijî reforma bacê û hikumetê dest pê kirin de, 380 kes hatin windakirin.   Buroya Serdozgeriya Kolombiya û Buroya Ombudsman, berî aşkere kirina hejmara windayan a Monzon, diyar kiribûn ku 38 û 87 hatine windakirin.   11 JIN RASTÎ ÊRIŞA ZAYENDÎ HATIN    Li aliyê din, li gorî daxuyaniyên Temblores ku xebatên mafên mirovan bi rêve dibe, ji roja ku çalakiyan dest pê kiriye ve 100 kes bi guleyên çekên polîsan birîndar bûn, 234 polîs rastî êrişî hatin, ji 900 zêdetir kes bi awayekê bêqanûnî hatin girtin û 11 jin rastî êrişa zayendî ya polîsan hatine. Zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan hem li Kolombiya û hem jî li derveyî welat bi tundî hatin şermezarkirin.