Sekreterê Giştî yê NATO’yê: Di têkiliyên transatlantîk de em dest bi demeke nû dikin 2021-06-14 13:59:01   NAVENDA NÛÇEYAN – Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg, diyar kir ku di mutefîkiya xwe de di kêliyeke girîng de ne û ev tişt got: “Bi konsepta Stratejiya 2030’an di têkiliyên transatlantîk de em beşeke nû vedikin.”   Civîna Bilind a Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) ku serokê hikûmet û dewletên 30 welatên endam tevlî dibin, li paytexta Belçîka Brukselê dest pê kir. Ji bo ewlehiya civînê û li dijî vîrûsa koronayê timik bergirî hatin girtin. Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens  Stoltenberg, beriya civînê pirsên rojnamegeran bersivand.    ‘PÊWISTÎ BI ORGANÎZASYONÊN NAVNETEWEYÎ HEYE’   Stoltenberg, “Em di mutefîkiya xwe de di kêliyeke girîng de ne û Bi konsepta Stratejiya 2030’an di têkiliyên transatlantîk de em beşeke nû vedikin.” Stoltenberg, kêfxweşiya xwe ya ji ber girêdana Serokê Amerîkaya Joe Biden a NATO’yê anî ziman û ev tişt got: “4 salên borî careke din nîşanî me dan ku pewîstiye me bi organîzasyonên mîna NATO’yê yên pir netewî heye. Hevpariya me ji serokên takesî wêdetir e.”   ‘TÊKILIYÊN ME BI RÛSYAYÊ RE DI ASTA JÊR DE NE’   Derbarê têkiliyên NATO’yê yên bi Rûsyayê re Stoltenberg, ev tişt gotin: “Ji ber tevgerên Rûsyayê têkiliyên me yên bi Rûsyayê re ji bidawîbûna Şerê Sar ve di asta jêr de ye. Ev jehrîbûn, êrişên sîberî, tiştên li Ûkrayna û Gurcistanê pêk tên motîfeyeke ku berdewam dike nîşan didin. Lê me rêyeke du alî dişopînin. Lewre di mijara avhewa û kontrolkirina çekan de gavên ku em bi Rûsyayê re bavêjin hene. Ji aliyekî ve em budçe û qapesîteya xwe ya parastina kolektîf zêde dikin. Em ê diyalogê bidomînin. Ev qelsî berovvajiyê wê nîşana hêzê ye.”   ‘ÇÎN NE DIJMIN Û HEVRIKÊ ME YE’   Stoltenberg, bal kişand ser têkiliyên wan ên bi Çînê re jî û têkildarî mijarê ev tişt got: “Em şerekî nû yê sar bi Çînê re nadin destpêkirin. Nêzî me dibe. Di fezaya sîberê de em Çînê dibînin. Em li Afrîkayê Çînê dibînin. Lê di heman demê de Çîn razemenî li binesaziya me jî dike. Em dizanin ku Çîn nirxên me parve nake. Çîn ne dijmin û hevrikê me ye. Dîsa bi Çînê re di mijara qrîza avhewa û kontrolkirina çekan de firsend hene. Lê em dibînin ku Çîn razemeniyeke micid ji bo mezinbûna xwe ya leşkerî û tekonolojiyê dike. Her wiha bi razemeniyên xwe yê binesaziyê hem li Afrîka hem jî li Ewropayê hebûna xwe ava dike. Çîna ku nirxên me parve nake û zextê li azadî, Hong Kongê û kemneteweyan dike, hem di hundir de hem jî li derve ji ber vê nêzikbûna xwe ya zextan ji bo ewlehiya me rîsqeke mezin çêdike.    HEBÛNA NATO YA LI AFGANISTANÊ   Derbarê bidawûbûna NATO’yê ya li Afganistanê de jî Stoltenberg, wiha axivî: “Em ê ji derve piştgiriya xwe ya hêzên afgan bidomînin. Amerîka û Tirkiye ji bo ‘piştgirî’ û ‘balefirgeha navneteweyî” hevdîtinên xwe yên bi Hikûmeta Afganistanê re didomînin.”   Stoltenberg, da zanîn ku endamên NATO'yê yên ewropayî di 7 salên dawîn de budçeyên xwe zêde kirine û xerckirineke bi qasî 260 milyar dolarî kirine.