Macron: Min ji Erdogan re got ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin 2021-06-14 15:25:52   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevdîtina di navbera Serokkomar Erdogan û Serokkomarê Fransayê Macron de bi dawî bû. Li gorî daxuyaniyên ku Qesra Élyséeyê da; Macron ji Erdogan re gotiye ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin.    Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ku beşdarî Civîna Bilind a NATO’yê bû, piştî hevdîtinên xwe yên bi Serokkomarê Lîtvanyayê Gitanas Nauseda û Serokkomarê Letonyayê Egils Levits re bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hat gelhev. Di navbera Erdogan û Macron de ji çapameniyê girtî hevdîtin pêk hat û bi qasî 50 deqeyan berdewam kir.    Derbarê hevdîtinê de destpêkê ji aliyê Qesra Élyséeyê ve hat dayîn.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi qasî hatiye hêvîkirin zêdetir hevdîtinê berdewam kiriye û her dû lîderan di mijara Sûriye û Lîbyayê de xwestine ku bi hev re bixebitin.    Li gorî daxuyaniyê Macron di hevdîtinê de ev tişt gtine:   “* Min dubare ji Erdogan re got ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin   * Hevdîtina bi Erdogan re bi zelalkirina mijarên girêdayî îslamê bi dawî bûye û derbarê Lîbya û Sûriyeyê de armanca xebata hevpar hatiye diyarkirin.”   Piştî hevdîtina xwe ya bi Macron re Erdogan bi Serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson re jî hat gelhev. Wê saet di 18.00’an de Erdogan bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re jî bê gelhev.