Caferî: Petrol û gaza xwezayî ku DAIŞ'ê didizî kurê Erdogan bi rê ve dibir 2021-06-24 09:31:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Beşar Caferî, îttîrafên Sedat Peker ên der barê bazirganiya çekan de piştrast kir û ev tişt got: "Dizîna DAIŞ'ê ya petrol û gaza me ya xwezayî rast e rast ji aliyê kurê Erdogan ve dihat birêvebirin."    Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Beşar Caferî, îttîrafên rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker ên der barê bazirganiya çekan de piştrast kir. Caferî, têkildarî mijarê ji Beşa Tirkî ya Deutsche Welle (DW) ji Hediye Levent re axivî. Caferî, diyar kir ku têkildarî têkiliyên Tirkiyeyê yên bi komên mîllîtarîst ên hatine Sûriyeyê re 108 nameyên veşarî ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û Komîsyonên Jêr ên Neteweyên Yekbûyî re şandine û ev tişt got: "Dixwazim bibêjim ku rastiya tevahiya tiştên ku Sedar Peker dibêje erê û piştrast dikim."   HEVKARIYA BI DAIŞ'Ê RE    Caferî, têkildarî îttîrafên Sedat Peker ên têkildarî têkiliyên bazirganiyên yên Tirkiyeyê yên bi komên mîllîtarîst re ev tişt gotin: "Gotinên Sedat Peker ên derbarê dizîna pergala Erdogan a petrol, gaza xwezayî û dexl û danê me de rast  in. Lewre em bixwe bûn şahid ku dizîna DAIŞ'ê ya petrol û gaza me ya xwezayî rast e rast ji aliyê kurê Erdogan ve hat birêvebirin."   SEWQIYATA HEYSEM EL KASSAR   Di berdewamê de Caferî, angaşt kir ku kesê bi navê Heysem El Kassar ku di gulana 2013'an de ji Lîbyayê 2 lître gaza sarînê bi balafireke sivîl derbasî Stenbolê kiriye endamê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) ya Tirkiyeyê ye û derbarê vî kesî de ev agahî dan: "Ev kes ji Stenbolê derbasî Dîlokê bû û ji wir jî bi endamên îstixbarata tirk re gihaşt sînorê me. Gaza sarînê ji sînor derbas kir û gihand El Nûsrayê ku li bejahiya Helebê bi vê gazê gelek leşkerên Sûriyeyê û sivîlan kuşt. Bêguman plan sûcdarkirina Hikumeta Sûriyeyê bi bikaranîna çekên kîmyewî bû. Ev bûyer çend caran dubare bû."   POLÎTÎKAYA TIRKKIRINÊ   Di dawiya axaftina xwe de Caferî, bal kişand ser polîtîkkayên tirkkirinê yên Tirkiyeyê ku li Bakûrê Sûriyeyê dimeşîne û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Pêvajoya tirkkirinê ya Tirkiyeyê ku li deverên dagirkirî yên bakur û rojavayê bakurê Sûriyeyê dimeşîne êdî hatiye asta ku nayê qebûlkirin. Li herêmê pere perê tirk e, li şûna ala Sûriyeyê ala tirk heye. Navên dibistan, kuçe û qadan tên guhertin. Endustrî û maddeyên tekstîlê vediguhezînin Tirkiyeyê. Ev nayên qebûlkirin."