YE'yê ji bo Tirkiyeyê 3 milyar euro erê kir 2021-06-25 13:32:52   ENQERE - Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, di Civîna Bilind a YE'yê de axivî û diyar kir ku wê ji bo penaberên li Tirkiyeyê 3 milyar euro bidine Tirkiyeyê.    Serokên dewlet û hikûmetan ku li Brukselê tevlî Civîna Bilind a Yekitiye Ewropayê (YE) bûn, rojanekirina peymana penaberan a bi Tirkiyeyê re û modernlkirina Yekitiya Gumrikê qebûl kirin. Di civînê de pêşnûmeya paketa 3 milyar euro ya ji bo mesrefa penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê hat qebûlkirin. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, di civînê de têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku wê 3 milyon euro bidin Tirkiyeyê û wê bi Tirkiyeyê re xebatên Yekitiya Gumrikê bên berdewamkirin. Merkel, got ku ji Tirkiyeyê xwestine hewlesta xwe çêker bidomîne