Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket: 17 kesan jiyana xwe ji dest da 2021-07-04 12:39:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Fîlîpînê, daxuyand ku dema balafireke wan a leşkerî ku 85 kes têde bûne hewl daye dakeve, ketiye û 17 kesan jiyana xwe ji dest daye.    Wezareta Parastinê ya Fîlîpînê ragihand ku dema balafireke wan a leşkerî ya tîpê C-130 ku 85 kes têde bûne hewl daye dakeve Girava Jolo ya girêdayî parêzgeha Sûlûyê, li Gundê Bangkal ê girêdayî bajaroka Patîkûlê ketiye. Wezîrê Parastinê Delfîn Lorenzana, daxuyand ku heta niha 40 kes ji qezayê hatine xelaskirin û herî kêm jî 17 kesan jiyana xwe ji dest daye. Lorenza, diyar kir ku di balafirê de 3 pîlot, 5 peywîrdarên kabînê hebûn û yên din jî hemû personelê eskerî bûn.    Serfermandarê Giştî yê Fîlîpînê Cirilito Sobejana, têkildarî qezayê ev daxuyanî da: "Tîmên lêgerîn û xelaskirinê ji bo qezazedeyên din xelas bikin li herêmê xebatên xwe didomînin."